Komîteya hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê ji bo pêşxistina guftûgoyan li hev civiyan

Komîteya hevbeş ya KNK`ê û KPU`yê diyar kirin ku xebatên wan yên hevdîtinan berdewam dikin û dan zanîn ku ev xebat pir girîng e û bi xwe re encamên erênî tînin.

Komîteya hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê ji bo pêşxistina guftûgoyan li hev civiyan
4 kanûn, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser pêşxistina diyaloga hevbeş ya di nava partî û aliyên siyasî yên Kurdan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê xebat dewam dikin, tevî hinek kêmahiyan jî encamên hevdîtinan erênî bûn. Hate gotin ku wê komîteya hevbeş ya ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî were berfirehkirin.

Xebatên Kongreya Netewî ya Kurdistanê a ji bo yekîtiya di nava Kurdan de dewam dike. Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) komîteyek hevbeş avakirine. Komîteya Hevbeş ya KNK’ê û KPU’yê li ser kar û xebatên xwe yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî, xebatên KNK û KPU’yê berdewam in. Ji bo diyaloga navxweyî Komîtya Hevbeş ya KNKê û KPU duh civîna xwe pêkanîn. Di civînê de karên heta niha hatine kirin, hatin nirxandin û li gel hinek kêm û kurtiyên heyî jî, encamên wan karan erênî hatin nirxandin. Civîn, bi giştî li ser cîbecîkirina encamên Konferansa Pêşxistina Diyaloga Navxweyî rawestiya û firehkirina Komîta Diyaloga Navxweyî bû mijareke sereke.

Ji bo Diyaloga Navxweyî Komîta Hevbeş ya KNKê û KPU, biryar da ku li gel kesayetên Kurdistanî peywendiyan çêbikin, navên kesên ku dikarin di komîtê de cih bigirin kom bike û di civîna pêş de li ser wan navan rawestin û Komîteya Diyaloga Navxweyî fireh bikin.

Em di vê dema hesas û girîng de, pêşxistina diyaloga navxweyî, karekî girîng û mezin dibînin. Ji bo ev kar bi pêş bikeve û bighê encameke erênî, em ji hemû sazî û dezgehan, partî û rêxistinan û ji gelê Kurdistanê destek û piştgirîyê dixwazin.”