HPG`ê nasnameya şehîdên Sêrtê eşkere kir

HPG`ê nasnameyên herdu gerîlayan Egîd Pirsûs û Zinar Raperîn ku di 28`ê Tîrmehê de, di encama şerê ku li Geliyê Bombat ê girêdayî navçeya Şêrwan a Sêrtê qewimî de şehîd bûbûn eşkere kirin.

HPG`ê nasnameya şehîdên Sêrtê eşkere kir
4 kanûn, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo şehadeta herdu gerîlayan daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: “Me di daxuyaniya xwe ya 22’yê Tebaxa 2020’an de diyarkiribû ku li devera Geliyê Bombat a navçeya Şêrwan a Sêrtê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer derketibû û di şerê 5 rojan dom kir de gelek dagirker hatin cezakirin. Di wî şerî de hevrêyên me Egîd û Zinar lehengiyeke mezin nîşan dan û heta guleya xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Pirsûs

Nav û Paşnav: Vedat Ok

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayikê-Bav: Salîha – Hasan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt - 28’ê Tîrmeha 2020’an

 Nasnav: Zinar Raperîn

Nav û Paşnav: Davût Tul

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê-Bav: Aygul – Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt - 28’ê Tîrmeha 2020’an

Di dîroka Kurdistanê de bi hezaran mînakên lehengiyê hene. Gelê Kurd bi rengê heqîqeteke ku nikare were înkarkirin nîşan daye ku Kurd bi avaniya xwe ya civakî û rêz û rêçikî civakeke berxwedêr e û ti caran li ber zulm û zordariyê serê xwe netewandiye. Rabûna bêhempa û bê mînak a Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya ku dayî destpêkirin, ev mîrateya berxwedêr dewr girtiye, ev weke karekterê têkoşînê diyar kiriye û bi berxwedana efsaneyî ya PKK'ê berbiçav kiriye. Herî baş gelê Kurd pê dizane ku li dijî dewleta Tirk a dagirker ku di dîrokê de tim komkujî kiriye têkoşîna azadiyê ya ku wê were dayîn encex wê bi berxwedaneke dijwar biçe serî û dîwarên tirsê yên ku bi dehan salan hatine avakirin û hilweşandina bêdengiya mirinê wê bi berdêlên mezin be. Gelê Kurd ê birûmet û berxwedêr bi pêşengiya PKK'ê bi wêrekiyeke mezin her tiş da ber çavan û ev nîv sedsal e ku vê têkoşîna azadiyê ya dastanî didomîne. Ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe û gav bi gav nêzî serfiraziyê dibe. Lehengên mezin ên pêşeng ên têkoşîna azadiyê jî bi berxwdana xwe ya dastanî bêyî dudiliyê xwe feda kirine, hemû êrîşên dagirkeran pûç kirine û di meşa azadiyê ya gelê Kurd de hemû astengî ji holê rakirine.

Hevrêyên me Egîd û Zinar jî li herêma Xerzanê bi pratîka şer pênc rojan mînaka mezin a lehengiyê nîşan dane û aratêşa Tirk a dagirker ji hev tertûbelav kirine.

Berxwedana dastanî ya hevrêyên me Egîd û Zinar li dijî her cure êrîşên bêsinc û dirinde yên dewleta Tirk bûne bersiveke mezin. Careke din xweziya dagirkeran û nokerên wan di gewriya wan de asê hîştin.

Berxwedana PKK'ê ji bo Kurdan bûye rengê jiyanê, baweriyê, pêkanîna hebûn û azadiyê. Hevrêyên me Egîd û Zinar li eniya berxwedanê bi vîna xwe ya xurt dema ku şerê dijmin dikin, yekane armanca wan ew ku armancên şehîdên leheng û azadiya Kurdan pêk bînin. Yekane rêya ku mirov dawî li zulma dewleta Tirk a dagirker û qirker bîne ew e ku mirov li ser rêya şehîdan biçe û xwedî li armancên wan ên pîroz derkeve. Hevrêyên me Egîd û Zinar bi berxwedana xwe ev perspektîf dane me.

Di vê çarçoveyê de di serî de serê malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku mîrateya ku şehîdan ji me re hîştiye bi serfiraziyê tacîdar bikin.”