Li çolistana Sûriyê û Humisê 40 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê û sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û Humisê di şerê 72 seatan de, herî kêm 40 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`yê hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê û Humisê 40 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
4 kanûn, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniyên sêgoşeya Heleb, Hema, Reqa û li çolistanên Dêrazor û Humisê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de şerekî dijwar rû da. Çeteyên DAIŞ`ê ku li wê herêmê êriş, kemîn, teqîn û bûyerên hedefgirtinê pêk tînin, hewl didin ku çalakbûna xwe ya zêde berdewam bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di 72 saetên derbasbûyî de, 19 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û 20 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê zêdetirî 100 êrişên asmanî pêk anîn.

Li gorî SOHR`ê, ji ber ku rewşa hin birîndaran xeter e û agahiyên din li ser kuştiyan hene, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Ji 24`ê Adara 2019`an û heta niha di êriş û teqînên ku çeteyên DAIŞ`ê li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazor, Reqa û Siweydayê pêk anîne de, hezar û 46 leşkerên hêzên hikumetê hatine kuştin, ku 2 ji wan rûsî ne û 140 jî endamên girêdayî Îranê ne. Di heman demê de 584 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Her wiha di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmên serweriya hikumeta Şamê de 4 sivîlên ku li mêrgên gazê bûn, 11 şivan û jinek hatine kuştin.

 (eh)