Li Tirkiyê binpêkirinên li dijî girtiyan dewam dikin

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, esker û gardiyenan di rojên derbas bûyî de avêtin ser hucreya yek kesî ya ku girtiyê bi navê Serhat Karsû tê de bû. Eskeran Karsû êşkence kirin û dest danîn ser kelûpelên wî.

Li Tirkiyê binpêkirinên li dijî girtiyan dewam dikin
4 kanûn, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, girtiyê bi navê Serhat Karsû ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê di huceya yek kesî de tê ragirtin, di peywendiya telefonê de derbarê serdegirtina hucreya xwe de ev agahî bi malbatê re parve kirin: "Bi awayekê keyfî avêtin ser hucreya min. Dest danîn ser pirtûk, kovar, defter, mase, televîzyon û radyoya min. Li hemberî vê ne heqiyê min bi wan re nîqaş kir. Gardiyenan li ser vê yekê li min da û heqaret li min kirin.”

(cx)