'Divê civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk erkên xwe bîne cih'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînekê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî vekin.

'Divê civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk erkên xwe bîne cih'
4 kanûn, 2020   05:41
MINBIC

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkir kirine, sûcên revandin, kuştin, êşkencekirin destavêtina jinan, asîmlekirin û guhertina demografiya herêmê pêk tînin. Ev yek li ser çaranûsa wan herêman xeternak e û pirsên girêdayî niyetên rastîn ên dewleta Tirk derdixîn pêş.

Têkildarî mijdarê  hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo ji ANHA`yê re axivî.

El-Ebo di vî warî de dibêje: “Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirine rojane sûcan li dijî sivîlan pêk tînin.”

El-Ebo behsa talankirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mewsima zeytûnê li Efrînê kir û got: “Dewleta Tirk zeyta Efrînê wekî ku ya Tirkiyê ye, difroşe Ewropayê.”

El-Ebo destnîşan kir ku li herêma Eyn Îsa û gundên Minbicê yên li eniyên şer ên bi bajarê Minbicê re dewleta Tirk hemleyên tund pêk tîne, ji ber wê şêniyên herêmên li eniyên şer ên bi çeteyên Mertala Firatê yên ku dewleta Tirk desteka wan dike, koçber bûn.

Her wiha El-Ebo piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin, axa xwe û destkeftiyên ku hatine bi destxistin biparêzin.

Mihemed Elî El-Ebo bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî berpirsyariyên xwe bînin cih û lêpirsînekê derbarê wan de vekin.

Şopdarên geşedanên li herêmên dagirkirî, destnîşan dikin ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên li dijî sivîlan, dixwaze herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan, demografiya wan herêman biguhere.

Ev siyaset li ser çaranûsa herêmên Sûriyê xeter e. Gelek hişyarî didin ku Tirkiyê hewl dide wan herêman ji dewleta Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike.

(şx)

ANHA