Osman Xelef: Helwestên PDK`ê li dijî herêmê xeternak in

Hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Osman Xelef diyar kir ku helwestên PDK`ê li ser Başûrê Kurdistanê xeternak in.

Osman Xelef: Helwestên PDK`ê li dijî herêmê xeternak in
4 kanûn, 2020   03:27
KOBANÊ

Di çarçoveya hewldanên sivikkirina asta nakokiyê de di navbera aliyên Kurdistanê de şandeya Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK) gelek hevdîtin bi rêxistin, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re li dar xistin. Şandeyê bi rêya dauxyaniya xwe eşkere kir ku wan, ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tevahiya aliyan re civiyane.

Derbarê serdana şandeyê û helwesta PDK`ê de, hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Osman Xelef got: “Şandeya KNK`ê ji bo sivikkirina asta rageşiyê di navbera aliyên Kurd de û bi armanc pêkanîna yekitiyê li ser asta neteweyî, serdana Başûrê Kurdistanê kir. Lê PDK`ê helwestên xwe yên neyînî li hemberî wan hewldanan nîşan dide.”

Xelef diyar kir ku helwestên PDK`ê daxwazên dijminên gelê Kurd rave dikin, yên ku dixwazin Kurdan parçe bikin û Kurdistanê dagir bikin.

Di berdewama gotinên xwe de Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî ku êrişên wê li dijî Başûr bi binketin, vê carê hewl dide aliyên Kurd, nêrîn û helwestên wan parçe bike û şerekî birakujî di navbera wan de li Başûrê Kurdistanê biafrîne da ku bi hêsanî Kurdistanê dagir bike.

`PDK`Ê BI HELWESTÊN XWE ALIYÊN KURD PARÇE DIKE`

Têkildarî helwestên PDK`ê Xelef got: “PDK`ê bi helwestên xwe ji ber ku tenê li berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî digere, aliyên Kurd parçe dike û dihêle ku Kurdistanê were dagirkirin. Ji ber wê di bin bandora dewleta Tirk de dimîne. Têkiliyên wê bi Tirkiyê re bi awayekî neyînî bandor li helwestên wê yên li hemberî doza Kurd dikin.”

`PDK`Ê HER TIM HELWESTÊN NEYÎNÎ NÎŞAN DIDE`

Di nava gotinên xwe de Osman Xelef da zanîn ku şandeyê ji serdana xwe ya ji Başûr re armanc dikir ku aliyên Kurd nêzî hev bike nexasim piştî nakokiyên ku di vê dawiyê de derketine û wiha pê de çû: “PDK`ê hertim helwestên neyînî yên ne diyar nîşanî doza Kurd dide û gavan paşde davêje.”

Gelek endamên KNK`ê di nav de hevserokê kongreyê Ehmed Qermûs, Asya Abdullah, Ebdulhadî Ehmed û gelek siyasetmedar tev li civînên ku hatine lidarxistin bûn. Beşdaran bi armanca sivikkirina asta rageşiyê di navbera hêzên Kurdistanê de, gelek dozên kurdistanî di serî de rageşiya dawîn a li Başûr nîqaş kirin.

'DOZ Û BERJEWENDIYA KURD YEK E'

Osman Xelef bal kişand ser helwestên PDK`ê û got: “Berjewendiyên Kurdan yek in ji ber ku doza wan yek e. Helwestên PDK`ê jî li ser Başûrê Kurdistanê xeternak in. Hêzên dagirker hewl didin vê rageşiyê bi kar bînin da ku Kurdistanê dagir bikin.”

Xelef ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema Kurd li hev bikin û bibin xwedî yek nêrîn û gav, wê êrişên hêzên dagirker zêde bibin. Ji ber ku ew yekitiya Kurdan li ser xwe xeter dibînin. Lewra hewl didin Kurdan parçe bikin.”

Xelef destnîşan kir ku di serdema heyî de gelek guhertin li Rojhilat Navîn çêdibin, divê Kurd vê derfetê bi kar bînin da ku armancên xwe bi dest bixin û doza Kurd çareser bibe, lê heke wisa parçekirî man, wê mîna di serdemên berê de bi bin kevin.

Osman Xelef di dawiyê de bang li PDK`ê kir ku helwestên xwe diyar bikin, şaştiyên xwe rast bikin, helwestên erênî li hemberî doza Kurd nîşan bidin û ji bo pêkanîna yekitiya Kurd li tevahiya axa Kurdistanê rola ku jê tê xwestin bilîze.

(şx)

ANHA