ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 12-2020`AN
2 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Dewleta Tirk a dagirker ji bo jihevxistina pêkhateyên gelên li herêmên Rêveberiya Xweser hemû rê û rêbaz daye ber xwe, hin dever dagir kirine û sîxûrên xwe li herêmên din belav kirin. Lê rexmî van hemûyan, ji ber helwesta gel a li hemberî wê di pêkanîna armancê xwe de bi ser neket.

- Di ser komkujiya Til Rifetê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk aniye re, salek derbas bû û hîna jî dîmenên komkujiyê di bîrewariya koçberên Efrîn, malbatên şehîdan û zarokên ku parçeyên laşên xwe winda kirine de, ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Siyasetmedarên Kurd diyar kir ku dive PDK’ê li hember vîna civaka êzidî rêzdar be û gotin: "Mafên tu kesî nine ku rêveberiya wê herêmê hilweşîne û serweriya xwe li ser ferz bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama KNK’ê Asya Abdullah da zanîn ku di serdanên li Başûrê Kurdistanê de, hemû alî û partiyên siyasî ragihandin ku ew şer naxwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Muxalîfê sûrî Mistefa Qeleçî der barê kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de wiha got: "Lidarketina Kongreyê pêngaveke ber bi rastiyê ve ye, da ku çareseriyan ji pirsgirêkên heyî re bên danîn û bang li tevahî aliyên sûrî kir ku xwe bispêrin mîna vê pêngavê ku bibe bingeha diyalogê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Endamên berê yên di nav Peşmergeyên Roj de rastiya wê komê wiha vedibêjin “Di bin navê Koalîsyonê de dewleta Tirk wan perwerde dikir, leşkerên Tirk agahiyên îstixbaratî ji wan werdigirtin, ên ku dixwazin vegerin ser sînor, navên wan tên belav kirin, endaman ji kampên penaberan kom dikirin…”(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya vekirina navendeke karantînayê ya mezin ji bo nexweşiya koronayê (Covid-19) li Qamişloyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Osmanî û hikumeta Baasê ya Şamê bi sedsalan nedihişt Kurd fêrî zimanê dayikê bibin. Piştî şoreşa Rojava gelek tişt hatin guhartin û pê re jî şoreşa zimanî bi pêş de çû. Êdî bi wê re derfet li pêş her kurdekî çêbû ku fêrî zimanê dayikê bibe. Lê belê ENKS’ê daxwaz kir ku zimanê kurdî were rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi mebesta derxistina azarên gelê Rojava yê Kurdistanê ji ber pêkneanîna yekitiya kurdî, Koma Şehîd Osman a Şanoyê "Bavê Teyar", şanoyeke bi navê "Yekîtî" amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA