​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 90 kesên din bi koronayê ketin, 4 mirin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, di 24 saetên dawî de,  li Sûriyê 90 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 kes jî mirin.

​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 90 kesên din bi koronayê ketin, 4 mirin
30 mijdar, 2020   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku li Sûriyê 90 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketî jî mirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, hejmara giştî ya pêketiyan gihaşt 7 hezar û 887'an û hejmara miriyan jî bû 417.