Mezlûm Ebdî: Piştevaniya Kurdan neyê kirin wê DAIŞ bi hêz bibe

Mezlûm Ebdî anî ziman ku piştî kurdan çeteyên DAIŞ’ê têk birin û şûnde hate hîskirin ku cîhanê pişta xwe daye wan. Ebdî hişyariya ku dibe DAIŞ bi hêz bibe, kir.

Mezlûm Ebdî: Piştevaniya Kurdan neyê kirin wê DAIŞ bi hêz bibe
30 mijdar, 2020   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana Radyoya Dewleta Swîsre (Sr) a Navneteweyî Cecîllîa Uden li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî hevpeyvînek kir. Ebdî rexne li welatên ku li hember bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriye diqewimin bêdeng in û ji bo ji nû ve avakirina welat bi qasî pêwîst destek nadin, kirin.

Udden diyar kir ku Ebdî aniye ziman piştî ku şer qediya lê ya zemhet hê li rojevê ye û Kurd ketine wê hîsê ku cîhanê pişta xwe daye wan.

Ebdî bibîr xist ku şerê îdeolojîk ê li gel şerê leşkerî yê bi DAIŞ’ê re hê bihêztire, diyar kir ku pêwîstî bi dem, çavkanî û angajmana heye û got: “Dewleta Îslamê pirsgirêka hevpar a cîhanê û têkoşînkirina bi cîhana ramanê ya dewleta Îslamê re di berjewendiyê her kesê de ye.”

Ebdî anî ziman ku piştî şer Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan ji Îslama sexte rizgar bikin, xebat dane destpêkirin û li ser vê yekê jî agahî parve kir. Ebdî diyar kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê ji raman redîkal paqij bikin, wê 16 navendên nû ava bikin. 

Ebdî destnîşan kir ku ji bo jin, zarok û girtiyên din pêwîstî bi navendên nû hene bên avakirin, diyar kir ku ji bo vê jî Kurd ne xwedî çavkanî û pisporên ji bo vê pêwîst in. Ebdî anî ziman ku pêwîstiyên gel ên mîna kar, xizmetên civakî, elektirîk, av neyên pêşwazîkirin hişyarî kir ku dibe çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve bihêz bibin.

Udden anî ziman ku Ebdî yê 53 salî generaleke ku çeteyên DAIŞ’ê têk biriye, çeteyên DAIŞ'ê li warê Ebdî Kobanê tar û mar bûn, rizgariya Kobanê jî destpêka serdemekê bû.

Çavkanî: ANF