​​​​​​​Şengalî li dora Asayîşa Êzîdxanê xwe kirin xelek

Gelê Şengalê li ser banga MXDŞ`ê li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê kom dibe.

​​​​​​​Şengalî li dora Asayîşa Êzîdxanê xwe kirin xelek
1 kanûn, 2020   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) welatiyên Şengalê berê xwe dan navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê.

 Welatiyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, li dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire nerazîbûn nîşan didin.

Herikîna welatiyan a li dora navendên Asayîşa Êzidxanê didome.