Şêniyên Helebê ji ber kirîza aborî nikarin cilên zivistanê bikirin

Êdî krîza aborî ya li Sûriyê bi tirs e, ji ber dolar ne aram e û zextê li aboriya Sûriyê dike û bi wê re jî felceke bi giştî çêbûye. Her wiha barê wê jî li ser şêniyan e.

Şêniyên Helebê ji ber kirîza aborî nikarin cilên zivistanê bikirin
24 mijdar, 2020   08:20
HELEB

Heke bajarê Helebê wek nimûneyekê bê bidestgirtin, Heleb paytexta aborî û mezintirîn bajarê Sûriyê, navenda endustriya sereke bû û bi sedema şerê bi salan û aloziya berdewam felc bûye. Her wiha cezayên navneteweyî yên li ser Sûriyê û hilweşîna lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî fişarên aborî li ser şêniyan çêkirin.

Li tevahî sûkên Sûriyê cemidandinek heye û ev cemidandin li ser tevahî sûkên cilên zivistanê serwer e. Ji ber bihayê cilan ji par du qatî zêdetir bûye, kirîna cilên nû ji beşeke mezin a civakê re xewn e û êdî cilên nû di refiken dikanan de tenê ji bo pêşkêşkirinê ne.

 ‘EM AZARÊN TEVLIHEVIYA ABORIYÊ DIKIŞÎNIN’

Şênî ji ber zextên aborî û idaîyên bilindbûna dolar li hember lîreya Sûriyê bi ferzkirina Qanûna Qeyser a 17’ê Hezîrana îsal de azaran dikişînin.

Girêdayî vê yekê astengî û nêrînên şêniyan li hemberî van rewşan hatin şopandin, bi wê re şêniya bi navê Emîra Bîlal ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê wiha got: "Cilên zivistanê pir biha ne û em nikarin debara xwe bikin, biha angaştî ne û tu çareyeke navîn tune ye."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Arif Hesen wiha da zanîn: "Em pir azaran di dabînkirina pêdiviyan de dikişînin. Malbateke biçûk jî nikare pêdiviyên tevahî ferdên xwe peyda bike, ku mûçeya wê 50 hezar lîreya Sûriyê be. Ji ber pêdiviya xwe bi zêdetirî 200 hezar lîreya Sûriyê heye, ku hin cilên normal bikire."

Hesen destnîşan kir ku hin xwediyên dikanan aloziyê derfet digirin û cilên mewsima berê bi bihaya niha difiroşin. Bi wê re jî tevliheviyeke aborî çêbûye.

 ‘PIRSGIRKÊN MEZIN LI BEŞA ENDUSTRIYÊ HENE

Berdevkê Odeya Berhemdaran a taxa Şêxmeqsûdê Farûq Ereb da zanîn ku berê bajarê Helebê tijî kargehên tekstîl, dezî û caw bûn û cureya herî baş a kargehên Helebê bû. Lê pirsgirêka sereke ya li hemberî beşa endustriya niha, nepeydakirina madeyên sereke, anîna caw ji derve, wêrankirina fireh a binesaziya endustrî û bazirganiyê ye.

Ereb diyar kir ku sedema sereke ya van pirsgirêkan jî, paşketina nirxa pere, bihabûna lêçûnên berhemê û cezayên Qanûna Qeyser jî bar li ser berhemdaran zêde kir. Bi wê re jî neçar man danûstandina bi dolar bikin û caw ji derve mîna Çînê bînin, ji ber mîna berê nikarin caw li Helebê çêkin, li gel wê jî mazot kêm e û ji sûkên reş bi pereyekî zêde dikirin. Her wiha karker jî kêm in.

 ‘BACÊN HIKUMETA ŞAMÊ JÎ BAREKÎ DIN E Û KRÎZÊ ZÊDE DIKE’

Farûq Ereb piştrast kir ku tevî qeyrana aborî ji ber dorpêça li Sûriyê jî bacên gumrikê yên hikumeta Şamê li ser kelûpelên di dergehan re derbas dibin, krîzê zêde dike, her wiha madeyên sereke yên beriya 2011’an di depoyên kargehan de desteser dike yan jî heke made nehatin radestkirin, kargehê desteser dike.

 ‘ÇARESERIYÊN LEZGÎN’

Der heqê çareseriyên destpêkê yên guncaw de, Farûq Ereb wiha bi lêv kir: "Ji rêbazên lezgîn ên rawestandina keysbaziya bazirganan ji aloziyê re, ew e ku komîteyên çavdêrî û keşfkirinê bihayan diyar bike û rêjeya qezencekî guncaw diyar bike.

Di dema ku Heleb dînamoya aborî ya Sûriyê, navenda derçûnên endustrî bû mîna derman, tekstîl, belastîk û hwd, zirareke bi kargeh û dezgehên wê bû. Komên çete kargehên tekstîlê û alavên wê bi temamî wêran kirin û dizîn, li gel wê jî xwediyên kargeh û bazirgan revîn derveyî welat. Bandorên şerê 10 salan li Sûriyê bi giştî û bi taybet Heleb heta roja îro berdewam in.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Endustriyê ya Sûriyê ku di destpêka 2019’an de ji Spûtnîk re eşkere kiriye, zirarên li beşa endustriyê çêbûne, zêdetirî 2 milyar û 890 milyon dolar e.

Saziya giştî ya endustriya tekstîlê li Sûriyê bi bîr xist ku di dirêjahiya salên şer de zirarên kargehên tekstîlê nêzî 203 milyar lîreya Sûriyê ye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/r-q7tyLEVi8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>