Mazlûm Ebdî û Wezîrê Xwendina Bilind rewşa zanîngehên Kobanê û Rojava nîqaş kirin

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê û Wezîrê Xwendina Bilind a Sûriyeyê entegrekirina zanîngehên Rojava û Kobanê û nirxandina kadroyên wê nîqaş kirin. Hate gotin projeyek ji bo avakirina zanîngehên nû li Hesekê û Reqayê heye.

Mazlûm Ebdî û Wezîrê Xwendina Bilind rewşa zanîngehên Kobanê û Rojava nîqaş kirin
2 cotmeh, 2026   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî tevî şandeyeke pê re li Şamê bi Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El Helebî civiyan. Di civînê de Îlham Ehmed û alîkarên Wezîrê Xwendina Bilind jî amade bûn.

Di civînê de li ser makanîzmeya entegrekirina zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pergala xwendina bilind a wezaretê de, naskirina bawernameyên wê û rêxistinkirina rewşa xwendekarên wê nîqaş kirin.

Her wiha gavên taybet ên ji bo proseya entegrasyonê wekî nirxandina rewşa kadroyên zanîngehan hatin nîqaşkirin.

El Helebî diyar kir ku hejmarek fakulteyên zanîngehên Rojava û Kobanê niha bûne girêdayî zanîngehên Furat û Helebê û îşaret pê kir ku wezaret di çarçoveya pêşxistina rewşa xwendina bilind li herêmê de li ser çareserkirina rewşa îdarî û perwerdehî ya zanîngehan dixebite.

Merewan El Hebî got, pêşnumeyek ji bo vekirina zanîngehên nû li Hesekê û Reqayê heye ku pêdiviya wê bi erêkirina Meclisa Gel heye. Her wiha got, entegrasyon û rêxistinkirina rewşa sazî û xwendekaran dê bihêle ku piraniya pirsgirêkên îdarî yên heyî çareser bibin.

(bb)