‘Nakokiya li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta dewleta Tirk’

Endamên rêveber û şêniyên Efrînê yên koçberî Şebayê bûne, nakokiya ku PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê çêkiriye, red kir û diyar kir ku ev nakokî dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.

 ‘Nakokiya li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta dewleta Tirk’
24 mijdar, 2020   08:14
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di vê demê dawîn de, PDK’ê bi rêya sewqiyetên leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê nakokî bilind kir û bi wê re gelê Kurd li tevahî Kurdistanê ev yek bi tundî red kir.

Hevserokê Meclisa katnona Efrînê Mihemed Neiso wiha got: "Bi armanca şikandina vîna gelê Kurd, di vê demê dawiyê de, em dibînin ku PDK’ê nakokiyê li dijî vîna gelan çêdike û ne cara yekemîn e. Ev nakokî jî di radeya yekemîn de pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker a ku bûye sedema qetilkirina bi hezaran ji şêniyên gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û gelê herêmên dîtir."

Neiso wiha domand: "Tevî derketina gelek tevgerên têkoşer di dîrokê de ji bo Kurd û Kurdistanê, lê ew tevahî bi destê PDK’ê hatin tunekirin. Lê îro jî şoreşa me destkeftiyên mezin pêk anîn û li cîhanê deng veda. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û dijminên kurdan dixwazin kurdan bi hev tune bikin û şoreşa li ser bingeha azadiya fikra demokasî hatiye bipêşxistin, qir û îmha bikin."

Neiso bang li tevahî gelê Kurd kir ku şopa şehîdan bişopînin, ji ber wan di oxira yekitiya Kurd de têkoşiya.

Li aliyekî din jî endamê rêvber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa li ser armanca PDK’ê ya di vê dema nazik û planên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd de axivî û wiha pê de çû: "Planên ku PDK li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, temamkirina planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne."

Mistefa di dirêjahiya axaftina xwe wiha diyar kir: "Wek em dizanin, ji 6 mehan ve hikumeta PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker hewl dide komkujiyan di nava Kurdan de û şerê birakujiyê li dar bixe. Da ku armancên xwe yên bi sed salan pêk bîne, bi taybet piştî peymana Lozanê ya ku Kurdistan kiriye çar parçe. Îro jî dixwaze peymana Lozanê li ser hesabê koçberî û penabertiya kurdan li tevahî cîhanê vejîne, ku armancên xwe pêk bîne."

Mistefa bi lêv kir ku hikumeta herêma Kurdistanê li dijî gelê xwe yê Kurd li Kerkûk û Şengalê gelek sûc kirin û nebû alîkar. Lê belê piştgiriya dagirkeriyê li ser dagirkirina xakê kir û 23 baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatin avakirin. Gelo ji mafê dewleta Tirk e baregehên xwe li Kurdistanê hebin û ne ji mafên Kurd li wir hebe û nuqteyên xwe yên parastinê li wir deynin?"

Mistefa wiha axivî: "Em malbatên şehîdan li dijî fikra komkujî, şerê birakujiyê ne. Em tevahî pêkhateyan qebûl dikin, lê belê dewleta Tirk û PDK’ê fikra gelên dîtir qebûl nakin."

Mistefa di dawiyê de bang kir ku divê tevahî Kurd kongreyeke damezrîner a lêvegera siyasî ya kurdî li dar bixin, li dijî komployan bisekinin, ji ber bi yekitiya gelan û hezkirinê dê tevahî komployên dewleta Tirk a faşîst têk bibin.

Şêniya bi navê Pelda Şêxo wiha got: "Gelê Kurd ji bo yekitiya Kurd berxwedêr û têkoşer e, bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Lê belê em dibînin ku hikumeta herêma Kurdistanê ji hevpeyvînên bi armanca yekitiyê , direve. Lê ji wê zêdetir dixwaze Kurdan îmha bike û dewleta Tirk razî bike. Ji ber tenê ji bo berjewendiyên xwe yên takakesî yên ne li gorî armancên gelê Kurd, dixebite."

Pelda Şêxo wiha bi dawî kir: "Gelê Kurd hewl dide peymanan bi tevahî dewletan re pêk bîne. Lê belê PDK’ê naxwaze peymanekê jî ji bo berjewendiyên Kurd û yekitiya wê li dar bixe û dixwaze xizmetî dewleta Tirk a ku hewl dide kurdan qir bike, pêk bîne."

(fr)

ANHA