Di 12 qezayên trafîkê û 30 şewatan de li Sûriyeyê 13 kes birîndar bûn

Duh di 12 qezayên trafîkê de li deverên cuda yên Sûriyeyê 12 kes birîndar bûn, di heman demê de di 30 şewatan de yek kes birîndar bû.

Di 12 qezayên trafîkê û 30 şewatan de li Sûriyeyê 13 kes birîndar bûn
3 cotmeh, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan ragihand ku di encama 12 qezayên trafîkê yên cuda yên duh li Sûriyeyê de12 kes birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Di heman demê de, li deverên cuda yên Sûriyeyê 30 şewat çêbûn, ku bandor li mal, dikan, giya, dar, çop û têlên elektrîkê kirin. Di van şewatan de kesek birîndar bû.

(k)

ANHA