Deriyê Erer ê di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de careke din vebû

Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê ragihand ku deriyê Erer ê bi Erebistana Siûdî re careke din ji bo bazirganiyê vebû.

Deriyê Erer ê di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de careke din vebû
18 mijdar, 2020   13:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê îro ragihand ku deriyê Erer ê bi Erebistana Siûdî re, ji bo bazirganiyê piştî 30 salan hat vekirin.

Merasîma vekirinê bi amadebûna wezîrê karên hundir ê Iraqê Osman El-Xanimî û balyozê Erebistana Siûdî li Iraqê û rayedarên hikumetê hate lidarxistin.

Erebistana Siûdî hewl dide derbasî sûka Iraqê bibe ku di bin serweriya Îran û Tirkiyê de maye.

Erebistana Siûdî piştî êrişa li dijî Kiwêtê ya sala 1990'an, têkiliyên xwe bi rejîma Sedam Hisên re qut kiribûn. Piştî nêzî 15 salan ji darvekirina Sedam Hisên, ev derî careke din hate vekirin.

(dm)