Rojnameyeke Îsraîlê: Di demeke nêz de dê Netenyahu û Biden li hev bicivin

Rojnameyeke Îsraîlê diyar kir ku Joe Biden û serokê hikumeta Îsraîlê  Benjamin Netanyahu li ser telefonê li hev kir ku di demeke nêzîk de bi hev re bicivin.

Rojnameyeke Îsraîlê: Di demeke nêz de dê Netenyahu û Biden li hev bicivin
18 mijdar, 2020   14:02
XEZA

Duh serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu û Joe Biden ku di hilbijartinên serokatiyê yên DYA`yê de bi ser ket, bi telefonê axivîn.

Rojnameya Yedioth Aharonot a Îsraîlê diyar kir ku piştî hilbijartinên DYA’yê ev cara yekemîn e ku Netenyahu û Biden bi hev re diaxivin.

Her du serokan 20 deqan bi hev re axivî, Netenyahu ev yek wek peywendiyeke germ wesif kir û serokê DYA’yê yê nû jî berpirsyariya xwe li hemberî Îsraîlê û ewlehiya wê, anî ziman.

Her du aliyan ji bo nîqaşa gelek pirsgirêkên hatine pêşniyarkirin, li hev kir ku dê di zûtirîn demê de li hev bicivin. Di heman demê de îşaret bi girîngiya berdewamkirina têkiliyên di navbera DYA`yê û Îsraîlê de.

(eh)