Komîteya Tenduristiyê li Hecînê dest bi hemleya aşlekirinê kir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê ji ber ku li herêmên rojhilatê Dêrazorê nexweşiya laşmanyayê berbelav bûye, dest bi hemleya aşlekirinê kir.

Komîteya Tenduristiyê li Hecînê dest bi hemleya aşlekirinê kir
Komîteya Tenduristiyê li Hecînê dest bi hemleya aşlekirinê kir
Komîteya Tenduristiyê li Hecînê dest bi hemleya aşlekirinê kir
Komîteya Tenduristiyê li Hecînê dest bi hemleya aşlekirinê kir
18 mijdar, 2020   13:20
DÊRAZOR

Bi piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hemleyê ji dibistanan dest bi aşlekirina zarokan kir.

Herêmên rojhilat ên ku nexweşiya laşmanya lê belav bûye, ev in:

Li Hecînê hezar û 600, li Ebû Hesenê 200, li Şeafayê 400, li Elbû Bedranê 200, li Sûsê 250 û li Baxozê jî 350 kes pê ketine.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Hecînê Meryem Ewed diyar kir ku li herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê hîn jî navê kesên bi laşmanyayê ketine, tê tomarkirin.

Meryem Ewed da zanîn ku hemle ji nîvê meha Cotmeha derbasbûyî ve dest pê bûye, lê ji ber derfet kêm in, li gorî dihat xwestin, kar bi rê ve neçû. Meryem bi bîr xist ku piştî Komîteya Tennduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê destek da wan careke din dest bi hemleyê kir.

Di heman demê de bi gerînendetiya Hecînê re ketin nava têkiliyan de û navên kesên bi laşmanyayê ketine, nivîsandin, her wiha dema rewşên awarete hebin agahiyê bidin û bi mala gel, meclisên herêmî yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî re jî hevkarî kirin.

(eh)

ANHA