Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir

Cara yekemîn e ku di dîroka gelê Kurd de zimanê kurdî bi şêweyekî fermî û akademîk li Rojavayê Kurdistan di dibistan, peymangeh û zanîngehan de tê fêrkirin.

Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir
Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir
Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir
Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir
Zimanê kurdî, kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê rizgar kir
18 mijdar, 2020   07:52
QAMIŞLO – EKREM BEREKAT

ji ber rewşa ku Kurditan tê re derbas dibû gelek siyasetên qirkirin û tunekirinê li ser gelê Kurd dihatin meşandin. Yek ji wan siysetan jî  hewildana tunekirina  zimanê Kudî bû, lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê zimaê Kurdî êdî bi şêwazeki fermî û akademîk tê fêrkirin. Şoreşê, zimanê kurdî û kesayeta Kurd, tevî ku ji aliyên dewletên mêtînger ve di gelek hemleyên reşkirinê re derbas bû, ji asîmîlasyonê rizgar kir.

Bi nêrîna li pênasekirina ziman a giştî de, ew nasnameya gelan e. Ji lew re dewletên ku Kurdistan di serdemên kevn û nûjen de dagir kirine, hewl da zimanê kurdî biçewisînin, da ku nasnameya gelê kurd qir bikin.

Piştî Kurdistan di serdema nûjen de li gorî peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan de di navbera çar dewletan; Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê de hat parçekirin, gelê Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê di hemleyên qirkirin û asîmîlasyonê re derbas bû, ew jî bi rêya qedexekirna axaftina bi zimanê dayikê, ferzkirina siyasetên tirkkirin, erebkirin û ferskirin da ku hêmanên wê qir bikin.

Pr. Zanyariya derûnî ya zanîngeha Stanford, Lyra Brodewitsky di gotara xwe ya li rojnameya Wall Street Journal de wiha got: "Ziman têgihiştina me ji dem, cih û sedemê re û heta rêbaza fikirandinê diyar dike." Her wiha li aliyekî din jî împratorê Rûma Charleman di navbera salên 800 û 814’an de diyar kir ku ger tu bi zimanekî dîtir biaxive wê demê li gel te rihekî din heye.

Rêber Ocalan jî di parêznameya ya bi navê Şaristaniya Demokratîk de wiha piştrast dike: "Civakeke zimanê wê pêşketî be, jiyana wê jî bi pêş dikeve, lê civakek zimanê xwe winda bike û têkeve bi desthilatî û serweriya zimanê dîtir dibe mêtînger, tê qirkirin û asîmîlekirin."

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ LI ROJAVA BERIYA ŞOREŞÊ

Li Sûriyê û piştî serxwebûna wê ji Fransayê di 17’ê Nîsana 1946’an de û heta beriya 2011’an, kurdan nikarî bi zimanê xwe ne biaxiviya, ne jî perwerde bidîta. Ew jî di encama siyaseta şovînîst a li dijî mafên wan bû. Ew siyaset ji hikumeta Şukrî Qutlî heta bi hikumeta Beşar Esed dest pê kir. Her kesê bi zimanê kurdî biaxiviya dihat girtin.

Li dijî kurdên li Sûriyê siyaseta çiwsîner a bimetod hat meşandin, ji kembera ereb heta bi erebkirina navên gund, bajarok û navçeyên Kurd. Di wê siyasetê de komên qebîleyên ereb ên sinî li herêma ji Serêkaniyê heta bi Dêrikê di salên 1956 heta 1976’an de hatin bicihanîn û nêzî 43 gundan li wan herêman hatin bicihkirin, bi wê re Kurd ji ziman û axaftina kurdî hatin mehrûmkirin.

 ‘NIKARÎN PEYVEK JÎ BI KURDÎ BI LÊV BIKIRANA’

Lêkolner, dîroknas û mamosteyê dîrokî Bradost Mîtanî behsa rewşa zimanê kurdî yê beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha got: "Me nikarî bi zimanê kurdî biaxiviya. Ji ber rejîma Sûriyê li dijî zimanê kurdî siyaseteke çewsîner û bimetdo dimeşand. Nedihişt xwendekar hem li hundir hem li derveyî dibistanan bi zimanê xwe biaxiviyana. Her wiha hin mamoste weke ajan di navbera xwendekar û mamosteyên dîtir de bi kar dianîn."

Girêdayî mijarê Mîtanî diyar kir ku axaftina bi zimanê kurdî ne tenê li dibistanan qedexe bû lê belê li tevahî saziyên dewletê jî qedexe bû û wiha pê de çû: "Berpirsên rejîm digotin qedexe ye ji bilî zimanê erebî axaftin were kirin, ew jî îşaretê bi zimanê kurdî tê kirin, anku gotinek bi kurdî jî li kêrî wan nedihat."

Tevî hemû siyasetên çewsîner ên li dijî gelê Kurd û hemleyên ewlehiyê, lê ew radest nebûn û zimanê kurdî li malan bi dizî dihat xwendin. Her wiha konferansa yekemîn a zimanê kurdî bi dizî di 2007’an de li Kobanê hat lidarxistin û ya duyemîn jî di 2009’an de li Helebê hat lidarxistin, û tê de rewşenbîr û kesên girîngiyê didin zimanê kurdî amade bûn.

Mîtanî piştrast kir ku ne ji şoreşa 19’ê Tîrmehê bûya, dibe ku zimanê kurdî li Rojava zêdetir bihata helandin. Ew jî ji ber siyasetên bimetod ên li herêmên kurdî pêk dihatin. Mîtanî wiha domand: "Di salên beriya şoreşê de anku beriya serhildana Qamişlo ya 2004’an, rejîmê siyasetek bi navê siyaseta xurtkirina zimanê erebî li herêmên kurdî pêk anî, ew jî bi rêya teşwîqkirina gelê Rojava ya fêrbûna zimanê erebî, qedexeya axaftina gelê herêmê bi zimanê dayikê, heta navlêkirina zarokên xwe bi navên kurdî dihat qedexekirin, her wiha piştre derwreyên fêrbûna zimanê erebî li mezinan re li gund, bajarok û navçeyan li dar xistin û şênî neçar kir ku tev lê bin."

 ‘BI KOMÊN BIÇÛK ÊN DILXWAZ DEST BI PERWERDEKIRINA ZIMANÊ DAYIKÊ KIR’

Bi destpêkirina çirûska yekemîn a şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re, zarokên gelê Kurd girîngiyeke mezin da zimanê dayikê. Ji lew re şoreşa Rojava bi şoreşa ziman hat naskirin. Bi destpêka şoreşê re kesên girîngiyê didin zimanê kurdî pêngavên girîng avêtin. Her wiha dibistanên fêrbûna bi zimanê kurdî li malan vekirin, dibistana yekemîn jî li gundê Duraqliya yê kantona Efrînê di 2012’an de bû, piştre li Kobanê û herêma Cizîrê.

Komên biçûk ên ji şêniyên Rojava xebat û erkên xwe hiştin û di dibistanan(mal) de dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir.

Suha Berekat ji nava yekemîn koma ku li Girkê Legê ji bo fêrbûna zimanê kurdî hat avakirin, bû, her wiha xebata xwe ya di aliyê pîşeya diranan de hişt, da ku fêrî zimanî kurdî be û bi pêş bixe û wiha got: "Dibistana yekemîn a fêrbûna zimanê kurdî li navçeya Girkê Legê di dawiya 2011’an de li mala Şehîd Kawa vebû û ez tev lê koma ji 13 kesan pêk dihat, bûm."

Suha Berekat wiha domand: "Piştî me waneyên ziman standin, me biryar da ku biçin dibistanan da ku xwendekaran fêrî zimanî kurî bikin û gelek astengî li pêşiya me derketin, jê jî desthilatên ewlehiyê nehiştin em derbasî dibistanan bin. Lê dûvre di destpêka 2012’an em derbasî gelek dibistanên li navçeya Girkê Legê bûn û me xwendekar fêrî nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî kir."

Der barê astengiyên wê demê derketine de, Suha Berekat wiha axivî: "Rêveberiya dibistanan wê demê deriyê dibistanan bi perspektîfên ji desthilatên ewlehiyê de li ser me digirtin. Di pirî caran de rêveberiya xwendekar zû dişandin mal, dibistanê digirtin û ji wan re digotin neyên dibistanê. Lê bi wê re me serdana malbatn dikir, da ku bi malbatên xwendekaran re bêjin ku bila zarokên wan vegerin dibistanê û fêrî zimanê dayikê bin."

Bradost Mîtanî jî der heqê rewşa zimanê kurdî yê di destpêka şoreşê de wiha bi lêv kir: "Em dikarin bêjin ku şoreşa ziman ji sifirê de dest pê kir, her wiha çînek ji welatparêz û parêzvanên zimanê kurdî, ziman ji helandinê rizgar kir. Ji aliyekî ve me li hember siyaset û sûcên rejîma Basê li ber xwe dida û ji aliyekî din ve jî me li hember çînek ji şêniyên Kurd ên ku perspektîfên xwe ji hin partiyên kurd ve digirtin, li ber xwe dida."

 ‘QONAXÊN PÊŞDEÇÛNA ZIMANÊ KURDÎ’

Hêdî hêdî mekanîmeya zimanê kurdî li dibisanan bi pêş ket, di 2012/2013’an de zimanê kurdî mîna waneyan li dibistanan dihat perwerdekirin, lê di 2013/2014’an ji zimanekî fermî li dibistanên li herêma Cizîrê, kantonên Kobanê û Efrînê bû. Di 2014/2015’an de jî meteryala refên yekem û duyem bi zimanê kurdî derket, di 2015/2016’an de meteryal ji refa yekem heta bi refa şeşem bi zimanê kurdî bû. Niha jî tevahî meteryal li herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê dayikê ye, anku Kurd bi zimanê xwe, Ereb bi zimanê xwe û Suryan bi zimanê xwe perwerdê dibînin.

Her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî bi awayekî akademîk, akademiyên zimanê kurdî hatin vekirin, saziyên amadekirina meteryalan ji hêla çîna akademîk û lêkolîneran ve hatin avakirin û bingeha perwerdê bi awayekî akademîk, pîşeyî, fikrî û zanistî hat danîn. Her wiha peymangehên amadekirina mamosteyan bi şêweyekî mezin rola xwe di pêşxistina kadroyên perwerdê û fêrbûnê de ji aliyên zanistî û fikrî ve lîst û bi hezaran mamoste perwerde kirin.

 ‘ŞOREŞ, ŞOREŞA ZIMANÊ KURDÎ YE’

Di 2016’an de li Qamişlo yekemîn zanîngeh bi navê Zanîngeha Rojava hat vekirin, piştre li kantonên Kobanê û Efrînê zanîngeh hat vekirin. ya herî balkêş di her sê zanîngehan de vekirina beşa wêjeya kurdî ya bi armanca pêşxistina zimanê kurdî û geşkirina wê, ye.

Mîtanî da zanîn şoreşa Rojava zimanê kurdî ji asîmîlasyonê rizgar kir û wiha berdewam kir: "Zimanê kurdî beriya şoreşê di pêvajoya helandinê de bû. Ew jî di encama siyasetên rejîmê de bû. Dema ku em dibêjin şoreşa Rojava, şoreşa zimanê kurdî ye, ji ber şoreşê zimanê ji helandinê rizgar kir û bi wê re kesayeta Kurd ji asîmîlasyonê hat rizgarkirin."

Mîtanî axivî ku destkeftiyên di van çend salên dawîn de, pêşketinek e. Ji ber bi deh hezaran şêniyên Kurd bi awayekî akademîk fêrî zimanê dayikê bûn, di her malekê zêdetirî kesekî/ê heye ku bi zimanê dayikê dizane bixwîne û binivîse."

Bradost Mîtanî destnîşan kir ku ji destkeftiyên herî mezin ku Rêveberiya Xweser pêk aniye, amadekirian meteryalên perwerdê yên taybet bi gelên herêmê. Ji ber şêniyên Kurd bi zimanê dayikê, Ereb û Suryan jî bi zimanê dayikê perwerde dibin. Bi wê re jî kesayeteke welatparêz hat avakirin.

Mîtanî piştrast kir ku destkeftiyên pêk hatine bi saya perwerdeya bi zimanê dayikê bû, ji ber bi wê re gelên herêmê dîrok, çand, welatparêzî û civakî nas kir.

Ji bo pêşketina zimanê kurdî jî, navenda lêkolînan a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî di 2018’an de hat avakirin, armanca wê jî pêşxistina ziman û wêjeya kurdî ye û hewldana dîtina zimanekî kurdî yê yekgirtî û yekkirina têgehên ziman.

 ‘BANDORA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ LI SER CIVAKA KURD’

Bradost Mîtanî eşkere kir ku bandora perwerdeya bi zimanê dayikê li ser civaka Kurd a li Rojava mezin bû û êdî fêrbûna bi zimanê dayikê li gel tevahiyan eşqek çêkir û wiha pê de çû: "Heta mezin jî berê xwe da dibistanan, da ku fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bin."

Li aliyekî din jî perwedeya bi zimanê kurdî bandoreke mezin li siyaseta Kurd heta dîplomasî û çapemeniay Kurd jî kir. Gelek partiyên Kurd ên li Rojava daxuyanî û belavokên xwe bi zimanê dayikê dinivîsandin. Li aliyekî din jî cara yekemîn di Kongreya Amerîkayê de bi zimanê kurdî hat axaftin. Di wê demê de Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di 23’yên Cotmeha 2019’an di Kongreya Amerîkayê de bi zimanê kurdî li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa herêmê bi giştî axivî.

 ‘ÊRIŞÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ’

Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tiştekî hêsan bû. Ji ber kesên herî destpêkê li hember fêrbûna bi zimanê dayikê ji dema xwendina li malan de sekinîne, partiyên ENKS’ê bûn û xwepêşandan li dar xistin û wiha tê de digotin: "Heke şoreş girêdayî zimanê kurdî ye, em vê şoreşê red dikin." Hê jî ENKS’ê xwe dispêre vê fikreyê, ji ber di dawiyê de di danûstandinên Partiyên yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û ENKS’ê de, ENKS’ê daxwaza rakirina meteryaên Rêveberiya Xweser kir û got li meteryalên hikumeta Şamê vegerin.

Bi nêrîna li xwesteka ENKS’ê, tu cudahiya wê ji siyasetên dewletên mêtîngeriya Kurdistanê tune ye. Ji ber hikumeta Basê ji dema çûye ser desthilatê û heta niha li hember perwerdeya bi zimanê kurdî disekine. Ew hikuemet bi hebûna gelê Kurd îtîraf nake, heta bi zimanê wê îtîraf bike. her wiha dewleta Tirk jî her tim êrişî gelê Kurd û zimanê wê dike. Di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê de, destpêk dibistan hatin armanckirin, dagirkeriyê tevahî dibistan kirin navendên çeteyan, zimanê tirkî li ser şêniyan ferz kir.

Mîtanî bi lêv kir ku mixabin hin ji şêniyên gelê Kurd derdikevin û li dijî zimanê xwe yê dayikê ne û dixwazin perwerdeyê bi meteryalê hikumeta Şamê bibînin a ku hewl dide zimanê kurdî ku nasnameya gelê Kurd e biçewisîne.

Tişta ku li asta ziman li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin, destkeftiyeke mezin ji gelê Kurd re ye, ji ber cara yekemîn di dîrokê de ye ku gelê Kurd bi zimanê kurdî û bi awayekî akademîk perwerde, li dibistan, peymangeh, zanîngehan de distîne. Li gel wê jî zimanê kurdî di aliyên siyasî û dîplomasî de tên bikaranîn.

(fr)

ANHA