​​​​​​​Dayikên şehîdan: Tirkiye bi rêya tecrîda girankirî hewl dide kurdan asîmîle bike

Dayikên şehîdan tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan bi tundî red kir û piştrast kir ku bi rêya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gihîştine rêya azadiyê. Her wiha hikumeta AKP’ê bi rêya tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî hewl dide gelê Kurd asîmîle bike.

​​​​​​​Dayikên şehîdan: Tirkiye bi rêya tecrîda girankirî hewl dide kurdan asîmîle bike
18 mijdar, 2020   07:23
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Hê jî hikumeta AKP’ê li Tirkiyê ji dema hatiye ser desthilatê de hewl dide projeya xwe ya xwînrijandina kurdan fireh bike û tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan girantir dike, da ku armancên xwe yên takakesî pêk bîne.

Girêdayî mijarê, hin dayikên şehîdan nêrînên xwe der barê tecrîda girankirî yên li dijî rêbertî de eşkere kirin û şermezar kirin. Têkildarî vê yekê Sureya Hebeş, dayika şehîd Reşdî li ser armancên hikumeta AKP’ê ji tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan axivî û wiha got: "Fikra rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û fikreke adil û demokrat e. Ji lew re hikumeta AKP’ê tecrîdê li dijî rêbertî girantir dike û nahêle serdan pêk werin, da ku felsefeya wî di nava gelan de belav nebe."

Sureya Hebeş wiha domand: "Em dayikên şehîdan li dijî siyasetên dewleta Tirk in û li ser şopa rêber Ocalan dimeşin, ji ber rêbertî rih berda jiyana me, hişt ku em bi çand, gel û xaka xwe ve girêdayî bin. Ji lew re banga rakirina tecrdê li dijî rêbertî dikin."

Li ser CPT’a ku bi erka xwe ranabe û idîa dike ku mirovî ye, Sureya Hebeş wiha axivî: "Ev tecrîd ne tenê ji hêla hikumeta AKP’ê ve pêk tê, lê belê gelek dewletên navneteweyî hene ku vê tecrîdê ferz dikin, bi taybet jî CPT’ya ku idîa dike demokrat e, aştîxwaz e û parastina mirovan dike. Lê belê heta niha zext li AKP’ê nekiriye ku serdana parêzer û malbatê ji rêbertî re pêk bê."

Sureya Hebeş di dawiyê de wiha got: "Em tecrîda girankirî ya ku hikumeta AKP’ê li dijî rêber Ocalan ferz kiriye şermezar dikin û dê asta têkoşîna xwe bilind bikin, heta rêbertî rizgar bikin."

Li aliyekî din jî Xedîce Elo, dayika şehîd Engîzek Haron e wiha da zanîn: "Em dayikên şehîdan tevahî dewletên cîhanê şermezar dikin, ji ber ku bi hiqûq û mafên mirovan bang dikin, lê tiştekî pêk naynin."

Xedîce Elo wiha bi lêv kir: "Rêber Ocalan ê tevahî gelên bindest e. Tevî ku rêbertî daxwaza mafên xwe di girtîngehê de dike, lê pêk nayê. Her wiha di tevahî girtîgehên cîhanê mafên girtiyan heye, mîna serdan, dabînkirina pêdivî û nîqaşkirina bi wan re. Tenê li girtîgeha Îmraliyê tune û rêbertî ji hiqûq û mafên mirovî bê par e."

Xedîce Elo di dawiya axaftina xwe de peyamek ji rêxistinên navneteweyî re şand û wiha tê de got: "Divê bi lez rêbertî ji girtîgehê derkeve. Da ku xwe bisepînin ku bi rastî hûn bi rastî parastina mirov û mafên wan dikin."

Li aliyekî din jî Sedîqe Ehmed, dayika şehîd Xelîl Bedirxan e, wiha diyar kir: "Ji zêdetirî 21 salan ve, rêber Ocalan di girtîgeha dewleta Tirk a faşîst de ye. Ji ber xwesteka azadî û demokrasiyê dikir û em jî niha li ser şopa rêbertîyê dimeşin."

Sedîqe Ehmed di dawiyê de got: "Kanî rêxistinên NY’ê û mafên mirovan? Divê bi erkên xwe li hember rêbertî rabin û wî ji girtîgehê derxin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7l4HVgY_OhM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>