Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye

Koçberên ji Efrînê piştrast kir ku mayîna wan li kampan, berxwedaneke li dijî dagirkeriyê ye û li benda vegera kantona Efrînê ne.

Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye
Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye
Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye
Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye
Koçberên ji Efrînê: Mayîna me li kampan, berxwedana ji bo vegerê ye
18 mijdar, 2020   07:31
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Tevî tedbîrên hatin girtin jî, kampên koçberan ên li kantona Şehbayê ku ji hêla hikumeta Sûriyê ve dorpêçkirî ye û ev du sal e tu rêxistinên navneteweyî alîkariyê nade wan, di nava avê de ma.

Bi destpêkirina her zivistanê re, niştecihên kampê û niştecihên xaniyên nîvhilweşandî tedbîrên pêwîst digirin.

Her wiha tedbîrên ku ji aliyê rêveberiya kampê ve hatine girtin da ku ji bo koçberan şert û mercên guncavtir peyda bikin, têrê nakin.

Ji rêveberên Kampa Serdem Ferîd Oso got: "Gava baranê dest pê kir, av derbasî konan bû. Şaredariyê bi hevkariya niştecihên kampê, kamp paqij kir."

Oso anî ziman ku rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zehmet a koçberan in, ji ber ku heta niha tu rêxistinên mirovî û navneteweyî destek nedaye kampê."

Oso bi berdewamî got: "Ev du sal e rêxistinên navneteweyî serdana Kampa Serdem nekiriye û alîkariya mirovahî pêşkêş nekiriye. Her wiha gelek kon xerab bûne û tê de jiyan nabe."

Koçberê bi navê Hesen Qereelî jî bal kişand ser dorpêça ku ji aliyê hikumeta Sûriyê ve li ser kantona Şehbayê hate ferzkirin û got: "Hikumeta Şamê kantona Şehbayê dorpêç kiriye û rê nade ku mazot û pêdiviyên din ên jiyanê derbas bibin."

Qereelî da zanîn ku bi armanca vegera li mal û axa xwe, li kampan dimînin.

Koçbera bi navê Emel Şêx Elî jî dibêje: "3 sal e em êş û azara jiyana li kampan dikişînin û bi taybet di demsala zivistanê de dema ku serma zêde dibe û ava baranê derbasî nava konên me dibe."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9PkGB75NHrs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>