Kobanê..qurbaniyên Koronayê zêde dibin û bijîşk banga karantînaya giştî dikin

Bi zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê re û ferzkirina qedexeya derketinê ya giştî li herêmê, Dr.Bextiyar Medres El-Hisên bang li şêniyên Kobanê kir ku hişyar û baldar bin.

Kobanê..qurbaniyên Koronayê zêde dibin û bijîşk banga karantînaya giştî dikin
15 mijdar, 2020   07:42
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Bi hatina payizê û sermayê re, hejmara şêniyên Kobanê yên bi vîrusa Koronayê dikevin û dimirin, zêde dibe. Di 2 hefteyên borî de tevî qedexeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, hejmara pêketiyên vîrusê bilind bû.

Li gorî daneyên desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê, ji destpêka belavbûna vîrusê li herêmê û heta 12`ê Mijdarê, 432 kes bi vîrusê ketine û zêdetirî 10 nexweşên vîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Tenê di 3 hefteyan de li herêmê, zêdetirî 100 kes bi vîrusê ketin, ku heta 26’ê Cotmeha borî hejmara giştî 286 bû.

Wekî tedbîreke rêveberiyê ji bo pêşîgirtina belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê, îro biryara qedexeya derketina derve ya giştî li seranserî herêma Firatê ket meriyete.

Dê qedexeya giştî li herêma Firatê heta 26`ê mehê dewam bike, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heye.

 ‘VÎRUS BI LEZ BELAV DIBE, LÊ ŞÊNÎ XETERIYÊ PAŞGUH DIKIN’

/kr/uploads/files/2020/11/15/124146_074450_064325_d.bkhtyar-hsn.webp

Bijîşkê emeliyetan Dr.Bextiyar Medres El-Hisên wiha got: "Di nav gel de hatiye belavkirin ku ev vîrus propagandaya siyasî ye û armancên wê hene, vê çewtiyê jî pirsgirêk mezintir kir. Ji ber ku bi dehan kesên pê dikevin û mirî hene. Korona pandemiyek e ku heta niha pergalên cîhanê yên mezin li beramber dîtina çareyekê jê re, aciz in."

Hisên wiha domand: "Di dîroka mirovahiyê de gelek pandemiyên wekî melarya, kolêra, xurî û hwd derketine. Ji ber wan şewban bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û demografiya bajar û dewletan hatiye guhartin. Îro jî ev şewb derketiye, lê hin kes îdia dikin ku ev ji bo armancên siyasî ye, lê belê realîteyên zanistî vê yekê derew derdixînin."

El-Hisên wiha piştrast kir: "Îro Korona rastiyeke mutleq e û vîruseke biyolojî ye û em nikarin tev li siyasetê bikin. Hay ji xwe hebin, rojane bi sedan kes bi vîrusê dikevin û dimirin. Her wiha pergalên tenduristiyê yên dewletên mezin jî nikarin çareyekê ji vê vîrusê re bibînin."

Dr.El-Hisên wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi payîzê û sermayê re, em dibînin çawa vîrus bi lez belav dibe û gelek kes pê dikevin. Heta kadroyên tenduristiyê jî jê bê par neman, ez û malbata xwe jî pê ketin."

‘DIVÊ TEDBÎR Û BIRYAR BI AWAYEKÎ CIDÎ PÊK BÊN’

Hîna jî ev vîrus li seranserî cîhanê belav dibe û dermanek jê re nayê dîtin. Ji lew re pispor dibêjin ku divê xweparastina kesayetî hebe, da ku pêşî li belavbûna vîrusê bê girtin.

El-Hisên wiha lê zêde kir: "Divê şênî xwe nêzî hev nekin û li serê hev kom nebin, ji sersaxiyan dûr bin û maskan bi kar bînin. Ji ber ku êdî rewş nayê tehemûlkirin."

Dr. Bextiyar Medres El-Hisên bang li rêveberiya herêma Firatê û bajarê Kobanê kir ku tedbîrên zêdetir ji bo pêşîlêgirtina vîrusê bigirin û got: “Divê biryarên cidî bên girtin û gel bi awayekî cidîtir nêz bibe.”

Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin, li klînîkên tenduristiyê yên taybet, nexweşxane û cihên sersaxiyan kom nebin. Ji ber ku heta niha cîhanê tu derman ji vîrusê re nedîtiye û tu derman di dema niha de ji bilî xweparastinê tune ne.

(fr)

ANHA