Rûspî: Xîtabên Barzanî dikevin xizmeta dijminên Kurdan

Rûspiyên eşîrên Kurd û endamên Komîteya Lihevanînê ya Kobanê got daxuyaniya dawîn a Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û sewqiyetên leşkerî yên ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê dikevin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk.

Rûspî: Xîtabên Barzanî dikevin xizmeta dijminên Kurdan
15 mijdar, 2020   07:06
KOBANÊ

Hê jî dengê gelê Kurd li dijî daxuyaniya dawîn a Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî û sewqiyetên leşkerî yên ku şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê bilind dibe. Her wiha bang li Barzanî tê kirin ku nekeve xefka dewleta Tirk ku hewl dide di nava aliyên kurdî de şer derxîne. Lê belê Barzanî van xwestek û bangan paşguh dike û hêzên xwe sewqî herêmên HPG’ê dike.

Girêdayî mijarê, rûspiyên Komîteya Lihevanînê ya kantona Kobanê daxuyaniya Serokê PDKê û sewqiyetên leşkerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê red kirin.

 ‘XÎTABÊN BARZANÎ DIKEVIN XIZMETA DIJMINÊN KURDAN’

Rûspiyê eşîra Şêxan Mihemed Xelîl Seydî wiha got: "Daxuyaniyên dawîn ên Barzanî ku me bihîstine divê em paşguh bikin. Parçeyên Kurdistanê ji van daxuyaniyan mezintir e û armanca wê jihevkirina Kurd e. Ev daxuyanî dikevin xizmeta dijminên Kurdan. Ji ber ku dijminên gelê Kurd dixwazin fitneyê di navbera aliyên kurdî de  derbixin."

Xelîl Seydî wiha domand: "Em tu zilmê li ser parçeyekî Kurdistanê qebûl nakin, îro jî me baş zanî kî dost û kî dijminê me ye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker xêrê ji ti parçeyên Kurdistanê re naxwaze û tişta ku PDK’ê ji sewqiyetên leşkerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk. Divê Kurd ji vî dijminahiy/ û fitneyê hişyar bin, tenê divê em li hev guhar bikin."

 ‘TIŞTA KU BARZANÎ DIKE, PLANA DEWLETA TIRK E’

Rûspiyê eşîra Bîştalî û endamê Komîteya Lihevanînê Subhî Hec Kindo wiha axivî: "Em qebûl nakin ku şerek di navbera Kurdan de derkeve û armancên dijmin pêk bên. Tişta ku PDK’ê dike plana dewleta Tirk e. Her wiha azarên kurdan ji beriya bi sedan salan ve ji ber dewleta Tirk e. Divê hikumeta herêma Kurdistanê hişyar be û nekeve xefka plangeriyên dewleta dagirker."

Kindo banga pêkanîna yekitiyê kir, da ku bibe mertalek li hember dijminên Kurdan.

Endamê Komîteya Lihevanînê Şukrî Hisên Bekî jî wiha anî ziman: "Ez mirovekî ne xwende me û berjewendiya gelê xwe dizanim. Ez ji rêveberiya herêma Kurdistanê matmayî dimînim ku çawa berjewendiya gelê xwe yê ku bi sedan salan azar dîtiye, nizane."

 ‘DIVÊ BI GELÊ XWE BIFIKIRIN, JI BER TU PEYWIR MAYÎNDE NÎN E’

Şukrî Hisên Bekî wiha piştrast kir: "Ez ji rêveberên Kurd re yên ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê xwe re digerin, dibêjim li xwe vegerin û bi gelê xwe bifikirin. Ji ber ku kursî û peywer ne mayînde ne. Lê belê dijmin çiqas hewl bide gel qir bike, wê gelê Kurd bimîne."

Bekî di dawiyê de bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku sewqiyetên leşkerî li herêmên gerîlayan vegerîne û li şûna pêkanîna plan û ajandeyên derve, hewl bidin yekitiya kurdî ava bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/31nxtI5eRfE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>