Piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe bi cilên balê dikin

Bi hatina zivistanê re û ji ber ku cilên nû biha ne, piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin dikanên cilên ewropî yên bikarhatî (balê).

Piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe bi cilên balê dikin
15 mijdar, 2020   07:56
REQA-EMAR ABDULETÎF

Bi hatina zivistanê re hin malbat ji zarokên xwe re pêlav û cilên nû dikirin, lê belê li piranî bajarên Sûriyê aloziyeke aborî û bihabûn heye. Bi wê re jî şênî berê xwe didin dikanên cil û pêlavên bikarhatî (balê). Ji ber ku nikarin cil û pêlavên nû bikirin.

Sedemeke din jî heye ku dihêle şênî cil û pêlavên balê bikirin, ew jî başbnûna wan e ku piraniya wan ji Ewropayê tên.

Bihayê her şelek cilên balê ji 35 dolar heta 125 dolar e û li gorî çavkaniya wê ye. Mînak cilên balê yên ji Brîtanyayê yên herî baş û biha ne û tevî bihabûnê jî pir herî zêde tên kirîn.

Balê li gorî mewsiman tê dabeşkirin; zivistan, havîn, bihar û payîzê û her mewsimek li gorî temen û zayend e (mêr, jin û zarok).

Bajarê Reqayê jî mîna bajarên dîtir ên Sûriyê ye ku cilên balê lê hene û çavkaniya debarê ya bi sedan malbatan e. Her wiha di nava sûkên sereke yên bajêr de bi dehan dikanên firotina cilên balê, basteyên li kolan û li ser erebeyan hene.

Firoşkarekî cilên balê Mihemed El-Elî destnîşan kir ku ji ber bihabûna cilên nû û başbûna cilên ewropî, şênî berê xwe didin kirîna cilên balê. Her wiha piştrast kir ku cilên balê ne tenê ji bo çîna xizanan e, lê belê pir kes hene tevî ku rewşa wan baş e jî cilên balê dikirin. Ji ber ku cawên wan baş in.

Mihemed El-Elî piştrast kir ku di dema dawîn de buhaya cilên balê jî zêde bûn, ji ber ku ew ji derve û bi dolar tên. Ji lew re bihayên wê li gorî dolar in.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vW4UYG9-IhE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>