Li herêmên hikumeta Şamê hejmara pêketiyên koronayê bû 6552'an

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 66 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê hejmara pêketiyên koronayê bû 6552'an
13 mijdar, 2020   21:19
NAVENAD NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyê 66 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 4 jî mirin.

Wezaretê got, li Sûriyê hejmara pêketiyan bû 6 hezar û 552'an û hejmara miriyan jî bû 337'an.