Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir

Piştî barana destpêkê, cotkarên Kobanê û Minbicê mewsima zeytûnê ya îsal dest pê kir. Li gorî cotkaran berhem di navbera herêmekê û herêmeke din de ne wekhev e, li Kobanê kêm e û li Minbicê baş e.

Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
Li Koban û Minbicê mewsima zeytûnan dest pê kir
12 mijdar, 2020   06:59
KOBANÊ-MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tMCE_pt7Qb0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her sal, piştî barana destpêkê ya vê demsalê, şênî zeytûnên xwe kom dikin.

Herêma Kobanê bi xwezaya çandiniyê tê nasîn, her wiha li herêmê gelek darên berhemdar, berhemên çandinî yên bejî û avî hene û tên çandin.

Der barê mewsima zeytûnê de, piştî 2002’yan çandina darên zeytûnê li herêmê zêde bûn, bi wê re şêniyan ji çandina darên zeytûnê sûd werdigirt, mîna zeytê. Lê di salên dawîn de bi sedema kêmbûna berhema zeytûnê ya ji ber tevliheviya hewayê û bihabûna bihayên fistiqê helebî, darên fistiqê helebî tên çandin.

Darên zeytûnê li tevahî kantona Kobanê hene, bi taybet li gundên başûr û rojavayê kantonê.

/kr/uploads/files/2020/11/12/070115_-.webp

Zeyneb Ehmed ji gundê Qere Mezreyê yê li gundewarê Kobanê ye wiha got: "Li gel me 90 darên zeytûnê hene û debara malbatekê dike, par berhem baş bû, lê îsal kêm bû."

Zeyneb Ehmed wiha domand: "Darên min ên mûna malê ne, me tu carî zeyt an jî zeytûn nefirotiye. Ji ber zeytên dîtir ne baş in û ev zeyt pir baş e."

/kr/uploads/files/2020/11/12/070135_-.webp

Girêdayî mijarê, Ehmed Mihemed Daban wiha da zanîn: "Li gel me 150 darên zeytûnê hene, lê îsal li tevahî herêmê mewsim kêm bû. Dê zeytê ji mûna malê re depo bikin, ji ber ev zeyt ji zeytên dîtir baştir e."

Ehmed ji mewsima îsal ne kêfxweş bû û diyar kir ku dê salên bê mewsimeke baş wergire. Ji ber di vê havînê de germa zêde bû û di encamê de berhema daran bi paş ket.

/kr/uploads/files/2020/11/12/070157_-.webp

Li aliyekî din jî Şemsa Elî ji gundê Mezreya Ebroş ê gundewarê Kobanê wiha bi lêv kir: "Li gel me 60 darên zeytûnê hene û sala yekê ye ku mewsimê jê radikim. Ji ber hîna tu carî berhem nedaye. Dê îsal zeytê ji bo malê bi kar bînim."

Şemsa Elî wiha pê de çû: "Ez û hevjînê xwe navsal bûne û zeytên li sûkan nexweşiyê çêdike û bijîşkan li ser me qedexe kiriye. Ji lew re ev zeyt ji me re baş e."

Li Kobanê 3 guvaştgehên zeytûnan hene; Zirafîk, Nordan û Sirîn.  Her wiha Rêveberiya Xweser ji her kîloyeke zeytûnê re ji bo guvaştinê 65 lîreya Sûriyê diyar kiriye.

Lê zeytûn dikeve tenekeyan, her tenekeyek 16 kg zeyt dikeviyê. Îsal her tenekeyek zeyt di navbera 60 heta 65 hezar lîreya Sûriyê tê firotin, lê par bi 20 hezar lîreya Sûriyê dihat firotin.

Ne tenê mewsima zeytûnan ya îsal kêm e, lê belê hin nexweşî li darên zeytûnê jî çêbûne. Dermanên li sûkan têra van nexweşiyan jî nake. Ji wê zêdetir jî berhema mezin a fistiqê helebî li ser hebûna zeytûnan xeterî ye, bi wê re hin şêniyan darên zeytûnê hilkirin û li şûnê darên fistiqê çandin.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dTdsLOxZp9I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Cotkarên Minbicê neçar man li benda baranê bin da ku mewsima xwe ya zeytûnê biçinin. Ji ber baran teneyên zeytûnan nerm û temam dike û zeytê dide.

 

Cotkarê bi navê Elaedîn Salih got wan beşek ji mewsima xwe li sûkên Minbicê firotine, lê belê biha kêm bû û her kîloyek zeytûnê di navbera 650 heta 700 lîreya Sûriyê bû. Ji lew re Salih beşa mayî bir guvaştgehê.

Li gel Elaedîn Salih nêzî 12 hêktar ji zeviyên darên zeytûnan heye û nêzî hezar û 200 dar hatine çandin. Li gorî Sahil berhema îsal ji salên par baştir e.

Salih da zanîn ku gelek cureyên zeytûnan hene, jê hin ji bo xwarinê û hin jî ji bo zeytê.

Li Minbicê jî her tenekeyeke zeytê nêzî 60 hezar lîreya Sûriyê tê firotin û her kîloyeke zeytûnê bi 60 lîreya Sûriyê li guvaştgehê, tê guvaştin.

Li gorî saziya çandiniyê, ji sedî 35 heta 40 zeviyên Minbicê bi darên zeytûnê hatine çandin, her wiha saziya çandiniyê piştevaniya cotkarên zeytûnan a semadên azot û phosphate û sotemeniyê dike, ji her hêktarekê re 150 lître mazot û bi bihaya 75 lîreya Sûriyê û li ser 3 beşan tê dayîn.

(fr)

ANHA