Gelo armanca PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk re çi ye?

Gelo armanca PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk re çi ye?
12 mijdar, 2020   01:58
SERDEM SILO

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bi awayekî eşkere pişta xwe dide partiyên AKP`ê û MHP`ê. Ev her du partiyên faşîst ên tirk li Tirkiyê û derveyî wê çi bi rêya şandina çeteyan ji bo herêmên şer, çi jî bi destwerdana yekser li kar û barên hin dewletên herêmî û herî dawî jê li Qerebaxê, gelek karên neqanûnî pêk anîne.

Hikumeta Tirkiyê ya niha bi serkêşiya AKP`ê û MHP`ê  krîzeke mezin dijî. Aloziya abori her ku diçe kûrtir dibe, bêkarî zêde dibe û gelek pirsgirêkên hundirîn ên Tirkiyê çareser nebûne. Li kêleka wê yekê bê ser û ber hemleyên binçavkirinê li Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Bi hezaran endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hatin binçavkirin û gelek şaredariyên ku HDP`ê bidest xistine, ji aliyê AKP`ê ve hatin desteserkirin.

Lê belê, diyar e ku PDK hîna di bin bandora hikumeta Tirkiyê ya niha de ye û êdî bi fermana hikumeta Tirkiyê tevdigere. Her wiha bûye amûrek ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk li herêmê, ku armanca wê ya sereke lawazkirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdisanê ye. Her wiha dewleta Tirk hewil dide bi riya PDK`ê rêbazên neqanûnî li diji Tevgera Azadiyê pek bine u wan asteng bike.

 Xuya ye ku PDK rola Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ya piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Başûrê Kurdistanê, ji bîr kiriye. Wê demê, hêzên gerîla bi hawara Mesûd Barzanî ve hatin, yekser destwerdan kirin û li Kerkûk, Xaneqîn, Celawla û Şengalê li keleka peşmergeyan şer kir û Başûrê Kurdistanê ji keraseteke mezin rizgar kir. Di heman demê de,dewleta Tirk bangewaziya Barzanî ya dûrxistina xeteriya DAIŞ`ê red kir û li bendê bû ku Hewlêr bikeve.

Mesrûr Barzanî dema ku di 2019an de li Başûrê Kurdisanê desthilat bi dest xist û heta niha, hina ji hikumeta herêma Kurdistanê dosyayen nakokiyan bi hikumeta navendî ya Iraqê re vekiri hiştine, bi taybet ji dosyayen girêdayî petrole. Li gorî lihevkirinên di navbera Bexda û Hewlêrê de divê Hewlêr ji 450 hezar bermîlen ku derdikevin, 250 bermili rasdestî şîrketa “SOMO” bike. Ev yek li hemberî lihevkirinên ku dê li gorî wan para başûr bixin nava pereyên giştî yên hikumetê, pêk hat. Ji derveyî wê yekê, hîna nakokiyên di navbera her du hikumetan de dewam dikin û bi taybetî yên girêdayî mijarên aborî û di nav de qezencên ji dergehên sînor ên di bin serweriya hikumeta Hewlêrê de, ku divê radestî hikumeta navendî ya Bexdayê bên kirin û ew jî mehane mûçeya karmendên Başûrê Kurdistanê bide.

Li gorî wê yekê, divê hikumeta Bexdayê salane 453 milyar dînar anku mehane 380 milyon dînarên iraqî bişîne ji hikumeta herêma Kurdistanê re. Lê tevî dan û standinên ku îsal pêk hatine jî,  hîna her du alî li ser mijarên aborî negihîştine lihevkirineke dawîn.

 Ji ber vê yekê rewşa heyi bandoreke neyini li gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî karmendan kir. Hikumeta Başûrê Kurdistanê mûçeyên karmendan ên îsal bi temami nedane. Ruxmi ku sal ber bi dawiye ve diçe, le heta niha tenê mûçeyên 4 mehan  dane. Her wiha bi bihaneya dayîna deynên li ser hikumetê, ji sedî 21 ji mûçeyên her karmendekî qut kir.

Aloziya aborî ya li Başûrê Kurdistanê vedigere gelek sedeman. Yek ji wan sedeman ew e ku gelek bîrên petrolê di destê rayedarên hikumetê, kesayet û serokên partiyan de ne. Her wiha PDK di wê derbarê de bêyî ku li hikumeta navendî yan jî hikumeta Başûr vegere, bi dewleta Tirk re heta 50 salî lihevkirinek pêk aniye. Yanî ev lihevkirin tenê di navbera PDK`ê û dewleta Tirk de ye. Her wiha gelek bîrên petrol bi kirê dane dewleta Tirk û firtona petorlê ji bo Tikiriyê bê sînor kontrol dike. Ji ber van tevgerên yekalî yên PDK`ê aborî û siyaseta Başûr li ber têkçûnê ye.

Li kêlek van aloziyên li Başûr, hîna jî nakokiyên di navbera partiyên ku beşdarî hikumetê bûne de dewam dikin. Her partiyek para xwe ji hikumetê dixwaze, lê belê hikumet bi xwe nikare pêdiviyên gel peyda bike. Da ku rê li ber daxwazên partiyan û gel bê girtin, serokê hikumetê Mesrûr Barzanî  ji bo rê li ber daxwazên partiyan û gel bigire, 5é Cotmeha borî di axaftina xwe ya parlematoyê de wiha gotibû: “28 milyar û 475 hezar dolar deyn li ser hikumeta herêma Kurdistanê hene.” Lê divê em bipirsin kî berpirsên van deynan e û çawa hikumeteke ku tenê saleke ava bûye li hemberî parlamanê û gel xizantiya xwe radigihîne?

Di rastiyê de, gendeliya di hundirê hikumetê de bû sedem ku rewş bi vî rengî xerab bibe. Hikumetê hemû navendên aborî û siyasî radestî dewleta Tirk kirine û êdî ew Başûrê Kurdistanê li gor xwe tevdigerîne û xêr û bêrên gel didize.

Li hemberî vê gendeliya di nava hikumeta Hewlêrê û rewşa aborî ya xerab de, gelek xwepêşandan pêk hatin. Lê belê PDK`ê xwepêşandan çewisandin û dest bi hemleyên binçavkirinê kir. Li herêmên li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê yên di bin serweriya PDK`ê de gelek çalakvan, rojnamevan, siyasetmedar û heta mamosteyên dibistanan hatin binçavkirin û hîna gelek ji wan di girtîgehên PDK`ê de ne. Van hemleyên binçavkirinê yên bê ser û ber rê li pêşiya koçberiyê jî vekir. Îsal bi hezaran ciwanan ji ber tirsa şopandina hêzên ewlekariyê yên PDK`ê berê xwe dan welatên Ewropayê.

Li gorî daneyên Rêxistina El-Qumê ya têkildarî kar û barên penaberan, tenê îsal 32 hezar kes ku ji wan 20 hezar ciwan in koçber bûne. Rêxistinê hişyarî da ku heke hikumet derfetên kar ji ciwanan re peyda neke, dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

Li aliyekî din jî, ji ber topbarana dewleta Tirk a domdar bi sedan gundên li ser sînor hatin valakirin. Dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anîn, herî dawî li gundê Kanî Masî ku (20 km dûrî navenda bajarê Silêmaniyê) ye komkujî pêk anîbû. Her wiha li wan gundan pêdiviyên sereke yên wekî torên peywendiyê, torên eleketrîk û avê tine ne. Em li vir dikarin bipirsin, kî ji vê koçberiyê berpirsiyar e û kê xizmetên sereke pêşkêş nekir û ew gund vala kirin?

Nakokiyên PDK ne tenê li ser Bexdayê ne, lê belê nakokiyên sereke bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) û gelek partiyên din ên hikumetê re hene. Ev nakokî gihîştin wê astê ku YNK niyeta xwe ya ragihandina sîstema  “nenavendî” li herêmên di bin serweriya xwe de, eşkere bike.”

Ev ragihandina YNK`ê bû sedem ku hêzên derve bi lez destwerdanê bikin da ku vê gava YNK`ê rawestînin. Li ser wê yekê her du alî li bajarê Dûkan bi hev re civiyan. Diyar e ku PDKê li ser hin mijaran tawîz dan YNK`ê û bi vê yekê ew bêdeng kir.

Ji bilî tiştên me bi bîr xistine, YNK, PDK`ê bi pêkanîna lihevkirinan bi delweta Tirk re ku gefan li serweriya Başûr dixwin, tewanbar dike. Endamê YNK`ê Hawkar El-Caf di demên dawîn de ji dezgehên çapemeniyê re destnîşan kir ku PDK`ê lihevkirinek bi dewleta Tirk re pêk aniye ji bo Tirkiyê derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bibe û baregehên leşkerî ava bike. Li hundirê Başûrê Kurdistanê 30 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. Her wiha li bajar û gundên Başûrê Kurdistanê bi dehan navendên îstixbaratê yên MÎT`a Tirk û bi hezaran leşkerên Tirk hene.

Hikumeta heyî aloziyên kûr dijî û nikare derbas bike. Heta di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê bi xwe de jî nakokî hene. Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser gelek mijaran û bi taybetî mijarên aborî, ketine pêşbirkê. Her du alî hev du bi xizantiya hikumetê û zêdebûna deynên li ser hikumetê, tewanbar dikin.

WikiLeaks di belgeyên xwe yên 2016`an de eşkere kiribû ku wezîrê berhemên xwezayî yên Başûrê Kurdistanê Aştî Hewramî nameyek elektronîk ji wezîrê enerjiyê û berhemên xwezayî yê Tirk Berat Albayrak  re şandiye û tê de firotina hejmareke mêrgên petrolê yên Başûrê Kurdistanê li hemberî 5 milyar dolar pêşkêş kiriye.

Tevgerên leşkerî ku di Nîsana borî de li herêma Zînî Wertê û herî dawî li herêmên Garê, Zap û Metîna yekser bi fermanên dewleta Tirk pêk hatin. Her wiha hêzên ku bi erebeyan ji bo herêmên nêzî qadên gerîla tên şandin, hêzên girêdayî PDK`ê ne û ti girêdana wan bi pêşmergeyan re tune ye. YNK jî dibêje ku haya wê ji van tevgeran tune ye. Rêveberekî YNK`ê Mehmûd Sengawî piştrast kir ku pêşmergeyên li Garê hatine belavkirin ti girêdana wan bi Wezareta Pêşmergeyan re tune ye. Ev jî mînaka herî ber bi çav a vê yekê ye. Wekî  tê texmînkirin hêzên bi karwanên leşkerî re tên herêmê, komên wekî “Pêşmergeyên Roj” û  komên din ên çeteyên Sûrî ne ku dewleta Tirk ew bi cilên pêşmergeyan anîne wê herêmê.

PDK bi hevkariya bi delweta Tirk re, bi hemû rêbazan hewl dide aloziya heyî derbas bike. Her wiha hewl dide eniyeke din bi PKK`ê re veke û ji bo berfirehkirina serweriya xwe sûdê jê bigire. Ev kiryarên niha yên PDK`ê, siyasetên dewleta Tirk tînin bîra mirov. Armanca van kiryaran jî çewisandina daxwazên azadiyê û derxistina aloziyên derve ne. Bi vê jî hewl dide ku aloziya xwe ya hundirîn bi dawî bike û berê gel bide pirsgirêkên derve û pirsgirêkên hundirîn ên welêt paşguh bike.

Heke komploya dewleta Tirk û PDK`ê yên derxistina şerê birakujiyê bi bin bikeve, bawer im ku, dê li Başûrê Kurdistanê bûyerên wekî yên 2016`an li Tirkiyê (dema darbayê) biqewmin. Heke em bînin bîra xwe, em ê vê yekê  baş têbigihêjin. Bi rastî jî hikumeta PDK`ê gavan ber bi vî alî ve di avêje.

Lê belê YNK`ê ev daxuyanî derewand û wekî tê xuyakirin PDK amadekariyên komployeke nû li Başûrê Kurdistanê dike. Dibe ku hin kesan ji bo derxistina tevlîheviyê li herêmên xwe bi kar bîne û li dijî hikumetê hewldana darbeyê bike. Bê guman, dê partiyên Başûrê Kurdisanê bi wê yekê tewanbar bike da ku ji vê aloziyê derkeve. Wekî ku AKP`ê di 2016`an de Tevgera Fethullah Gulen tewanbar kiribû. Dê PDK xwe wekî rizgarvanê tekane yê Başûrê Kurdisanê nîşan bide û bi vê yekê bixwaze ku tevgerên kurdî lewaz bike û ji hewldanên pêkanîna yekitiyê dûr bikeve.

(cx)

ANHA