Rojnamegerên Jin: Divê PDK êdî xizmeta dewleta Tirk neke

Rojnamegerên jin da zanîn ku gotinên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi hedefa qelskirina hewldanên yekitiya Kurd e, her wiha rojnamegeran bang li PDK’ê kir ku ji her nakokiya dikeve xizmeta dewleta Tirk bi dûr keve.

Rojnamegerên Jin: Divê PDK êdî xizmeta dewleta Tirk neke
12 mijdar, 2020   05:32
HESEKÊ

Rojnamegerên jin der barê şandina Partiya Demokrat ya Kurdistanî (PDK)  a sewqiyetên leşkerî li herêma Garê ya ji hêza Gulan pêk tê ku tê de çekdarên ji Pêşmergeyên Roj hene, axivî.

Gotinên Barzanî di kolana Kurd û çapemeniyê de hêrsek çêkir û da zanîn ku daxuyaniya Barzanî tenê dikeve xizmeta dewleta Tirk.

 ‘GURBÛNA NAKOKIYÊ DOZA KURD HEDEF DIGIRE’

Rojnameger û pêşkêşvana bernameya Radoya Dirbêsiyê FM Şêrîn Hisên ji ANHA’yê re diyar kir ku daxuyanî û gotinên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hatine nivîsandin û gelê Kurd vê yekê dizane.

Şêrîn Hisên got heke gotin, siyaset û kiryarên leşkerî gur bûn, dibe ku şer biqewime, lê ev jî dê di radeya yekemîn de gelê Kurd û doza Kurd hedef bigire.

Şêrîn Hisên eşkere kir ku tevî gotina bi zimanê Mesûd Barzanî gefek bû, lê KCK’ê bersiv da ku ew parastina mafên gelê Kurd dike û careke din banga diyalogê kir, da ku şerê kurdî-kurdî li dar nekeve. Şêrîn Hisên wiha pê de çû: "KCK hewl dide diyalogên siyasî pêk bîne, da ku şer li dar nekeve."

 ‘ŞERÊ KURDÎ-KURDÎ DIKEVE XIZMETA DEWLETA TIRK’

Şêrîn Hisên bi lêv kir ku hedefa ji daxuyaniyên dawîn ên hikumeta Başûrê Kurdistanê gelê Kurd û doza wê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê hewl dide HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibe û şerê kurdî-kurdî li dar bixe, ev jî tenê dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk."

Şêrîn Hisên daxuyand ku gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê pêngavên destpêkê yên ber bi yekitiya Kurd ev avêtin û ev daxuyanî jî bi hewldana darbekirina yekitiya Kurd e û divê tevahî bipirsin ku, çima doza Kurd tê hedefgirtin?"

 ‘ÇEWTIYA MEZIN JI BAŞÛR DE YE’

Girêdayî mijarê, Şêrîn Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû kiryaran hewl dide xeleka berjewendiyên xwe bi hevkariya Başûrê Kurdistanê fireh bike. Her wiha hikumeta Başûr jî çewtiya mezin her tim pêk tîne, mîna ku heta nizane ku dewleta Tirk wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Şêrîn Hisên bang li gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê kir ku der barê planên dewleta Tirk de hişyar bin, da ku şerê kurdî-kurdî pêk neyê, ji ber Kurd di dîrokê de di gelek mijaran re derbas bûye.

 ‘DAXUYANIYÊN BARZANÎ TENÊ DIKEVIN XIZMETA DEWLETA TIRK’

Li aliyekî din jî rojnamegera radyoya Dengê Jiyanê Sozdar Ehmed wiha got: "Ji Mesûd Barzanî bi taybet tê xwestin ku bi şoreşa gelê Kurd û PKK’ê re be, da ku dewleta Tirk a dagirker ji xaka Kurdistanê derxin."

Li rex wê jî rojnamegera radyoya Xabûr FM a Hesekê Mizgîn Hesen wiha diyar kir: "Ev daxuyanî bi hedefa lidarxistina şerê kurdî-kurdî ye û dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk a dagirker, daxwaza me ji hikumeta herêma Kurdistanê ew e ku tu daxuyaniyên mîna van nede, da ku parastina yekitiya Kurd bikin û şerê kurdî-kurdî li dar nekeve."

Mizgîn Hesen wiha bi dawî kir: "Xwesteka tekane ji tevahî kurdan, li hember dijmin bi yek bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zJMuB31DZDs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>