Neteweyên Yekbûyî: Bi soza welatîbûnê çete birine şerê Qerebaxê

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê şandina komên çeteyên Sûriyê bo Qerebaxê de got, “Ew kesên şandine Qerebaxê soz dane wan ku nasnameya Tirkiyê bidine wan û heke tiştek bête serê wan jî dê dewleta Tirk nasnameya welatîbûnê ya Tirkiyê bide malbatên wan.”

Neteweyên Yekbûyî: Bi soza welatîbûnê çete birine şerê Qerebaxê
11 mijdar, 2020   20:26
NAVENDA NÛÇEAYAN

Neteweyên Yekbûyî der barê komên çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê bo şerê Qerebaxê hatine şandin de daxuyaniyek da.

Peyvdarên Koma Xebatê ya NY’ê Chris Kwaja, Jelana Aparac, Lilian Bobea, Ravindran Daniel û Sorcha Macleod der barê bikaranîna leşkerên kirêgirtî de daxuyaniyek weşand û hate bibîrxistin ku Tirkiyeyê komên çeteyan ji bo şerî wek leşkerên kirêgirtî şandine Qerebaxê û bang li Tirkiyeyê hate kiirn ku demildest van komên çeteyan paşve bikîşine.

‘HEKE BÊN KUŞTIN QAŞO DÊ NASNAMEYA TIRKÎ BIDIN MALBATÊN WAN’

Di daxuyaniyê de rexne li Tirkiyeyê hatin kirin, metirsiya ji şandina komên çeteyên Sûriyê bo şerê Qerebaxê hate bilêvkirin û weha hate gotin: “Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî piştrast kiriye ku Hikûmeta Azerbaycanê çeteyên ku dewleta Tirk bo hawara wan şandine di sengerên pêş ên şerî de bi kar anîne.

Ji ber rewşa aborî ya kambax li Sûriyê van mirovan xwe ber destê desthilata Tirk ve berdaye û daxwaza wan aniye cih. Her weha dewleta Tirk ji wan re soz daye, heke di şerî de bêne kuştin dê nasnameya Tirkî bidine malbatên wan.”

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk heman rêbaz ji bo Lîbyayê jî bi kar aniye û bang li dewleta Tirk hate kirin ku demildest van komên çete paşve bikişîne.