Di operasyona QSD`ê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

QSD`ê şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê girt. Li gorî agahiyan ev şane bi gelek çalakiyên kuştinê yên li herêmê rabûye.

Di operasyona QSD`ê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
8 mijdar, 2020   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Di saetên sibê de, şervanên QSD`ê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereya yê rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek li dar xist û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê ku wekî şaneyekê kar dikir, girtin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên QSD'ê wergirtine, şaneya ku hate girtin bi suîqast û êrişên li dijî şêniyên herêmên rabûye, nexasim êrişên bi motorsîklêtan pêk dianîn.

Li gorî agahiyên dawîn ku fermandarên QSD'ê ji ANHA`yê re ragihandine, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ'ê, her wiha şaneyên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde bûne.

(dm)

ANHA