Biden bû serokê DYA`yê... Gelo cudahiya wî ji Trump çi ye?

Hilbijartinê DYA’yê bi serkeftina Joe Biden bi dawî bû. Biden siyasetên serokê berê Donald Trump li hemberî gelek dosyayên cîhanê rexne kirin, ji Tirkiye, Îran, Îsraîlê bigire heta bigihêje Sûriyê û doza Kurdan. Gelo helwestên Biden ên ji yên Trump cudatir çi ne?

Biden bû serokê DYA`yê... Gelo cudahiya wî ji Trump çi ye?
8 mijdar, 2020   10:21
NAVENDA NÛÇE-GÎVARA ŞÊXNÛR

Cîhanê bi mereq encamên hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şopandin ku bi serkeftina bernamzetê demokrat Joe Biden bi dawî bûn.

Biden bû serokê 46`an ê DYA`yê.  Biden piştî ku li Pensylvaniayê bi serket, zêdetirî 270 dengan bi dest xistin.

Joe Biden di 20`ê Mijdara 1942`yan de ji dayik bûye û di salên 2009-2017`an de bû cîgirî serokê DYA’yê Barak Obama.

Ruxmî ku gelek şîrovekar dibêjin ku bi guhertina serok re, siyaseta DYA’yê nayê guhertin jî lê her du partiyên sereke Komarparêz û Demokrat girêdayî gelek aloziyên cîhanê, bi hev re nakok in. Ev yek di daxuyaniyên Biden ên beriya serkeftina wî de diyar bû ku rêveberiya Trump rexne dikir.

HELWESTA BIDEN LI HEMBERÎ SIYASETÊN DEWLETA TIRK

Ji rexneyên serokê nû ya DYA`ê Joe Biden ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, diyar dibe ku dê têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de paşde biçin.

Biden di hevdîtinek bi rojnameya New York Times re di Kanûna borî de bi awayekî tund serokkomarê Tirk rexne kir û ew bi zordest binav kir. Her wiha siyaseta Erdogan li dijî Kurdan rexne kir û banga piştgiriya oposizyona Tirk kir. Her wiha Biden banga meşandina rêgezeke cuda bi Erdogan re kir.

Biden diyar kir ku divê ne bi rêya darbayê, lê belê bi rêya hilbijartinan piştgiriya dijberên Erdogan bê kirin da ku karibin li hemberî Erdogan bisekinin û wî têk bibin.

Her wiha Biden piştrast kir ku baweriya bi Erdogan pir kêm bûye û destnîşan kir ku Tirkiyê di geşbûna rêxistina terorîst DAIŞ`ê de rol lîst, ji ber wê yekê aloziyên dîplomatîk derketin holê.

Biden li ser Erdogan wiha got: “Min gelek dem pê re derbas kirin, ew kesekî zordar e.”

BIDEN JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇI GOT?

Têkildarî doza Sûriyê, Biden girêdayî rola Amerîkayê li Sûriyê bi rêveberiya Obama ne bawer bû. Ji ber wê yekê bi hevalên xwe yên wê demê re jî li hev nedikir, wekî rêveberê Îstixbarata Amerîkayê (CIA) David Petraeus, Wezîra Karên Derve Hillary Clinton û Wezîrê Parastinê Leon Panetta ku wan dixwest El-Esed ji peywirê bixin.

Piştî 4 salan û di mehên dawîn ên serokatiya Obama de, Biden têkildarî siyaseta DYA`yê ku destwerdana li Sûriyê zêde kir, heman metirsiyên xwe anîbû ziman.

Tevî wê jî, ev nayê wateya ku Biden dê piştgiriya vekişîna bi temamî ya hêzên Amerîakyê ji Sûriyê bike. Di rastiyê de, Biden dixwaze di pêşerojê de yekîneyeke biçûk a leşkerên Amerîkayê bi awayekî fermî li Bakur û Rojhilatê Sûiyê bimîne. Biden di Mijdara par de ji rojnameya The Wall Street Journal re wiha gotibû: “Hiştina bi sedan leşkeran ji bo parastina Kurdan, tiştekî realîst e.”

Biden her wiha biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê di dema êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî rexne kiribû û wiha gotibû: “Tiştê her dawî em bikin ew e ku em girêdayî doza kurdî tawîzan bidin Erdogan, wekî ku Trump li hemberî Erdogan li Sûriyê kiriye.”

Biden biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê wiha bi nav kir: “Ev biryar derfeteke nû dide DAIŞ`ê ku ji nû ve geş bibe. Dunlad Trump hevalbendên Amerîkayê firotin.”

Biden wiha domand: “Vekişîna Amerîkayê û dagirkeriya Tirk bandoreke xeternak li ser ewlehiya me ya netewî û fermandariyên me yên li seranserê cîhanê dike.”

Biden daxuyand ku hêzên kurdî û erebî yên leheng berdêleke giranbiha dan û ji bo têkbirina DAIŞ`ê û xîlafetê wî 10 hezar şehîd dan, wan gelek fedekarî dan, lê belê Trump ew firotin.

Biden got: “Rûsya û komên çete baregehên me yên berê, digirin. Ev yek pîskolojiya leşkerên me xirab dike. Trump jî biryara ji devberdana wan kesên ku li aliyê me sekinîne, da.”

Biden dibîne ku çare ew e ku hêzeke leşkerî ya Amerîkayê ya biçûk bimîne, da ku piştgiriyê bide hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê û rê li ji nû ve derketina DAIŞ`ê bigire. Her wiha dê bi wê hebûna leşkerî ya kêm li Sûriyê, zextê li hikumeta Şamê bike da ku danûstandinan qebûl bike.

(şx-cx)

ANHA