​​​​​​​Endamê berê yê Meclisa YNK’ê: PDK’ê xwestiye ku parlamento biryara şerê li dijî PKK’ê bide

Endamê berê yê Meclisa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal got PDK dixwaze bi rêya parlamentoyê rewatiyê bi şerê li dijî PKK’ê bide, lê YNK vê yekê napejirîne. Îbrahîm Celal diyar kir ku pêşmerge naxwazin şerekî bi vî rengî bikin.

​​​​​​​Endamê berê yê Meclisa YNK’ê: PDK’ê xwestiye ku parlamento biryara şerê li dijî PKK’ê bide
8 mijdar, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û endamê berê yê Meclisa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal di hevpeyvîna xwe ya li gel Rojnewsê de pirsên têkildarî aloziya li Herêma Kurdistanê, siyaseta PDK’ê ya ji bo hewldana şerê navxweyî û helwesta YNK’ê ya li ser van aloziyan, bersivandin.

Îbrahîm Celal têkildarî peyama Mesûd Barzanî ya dawîn diyar kir ku demeke dirêj e PDK amadekariya şerê li dijî PKK’ê dike û got: “Lê ji ber ku hinek pirsgirêkên din li pêş hebûn nedikarî vê yekê eşkere bike. Yek ji pirsgirêkan jî kêmaniya hêza çekdarî bû li wê deverê. Dewleta Tirk jî hatiye li wê herêmê bi kûrahiya zêdetirî 40 kîlometran dagirkiriye. PDK’ê destpêkê nedixwest êriş bide destpêkirin, ji berku dizanî hêza wê têrê nake PKK’ê ji wê herêmê derxe. Ji bona wê li benda lihevkirina li gel Iraqê bû, daku bikarin bihevre Şengalê têxin jêr desthilata xwe. Ger Şengal were kontrolkirin wê xeta ji Şengalê ta digihêje devera Barzan û Qendîlê kontrolkirina wê mîsoger bike.

‘PDK RAZÎ YE KU KERKÛKÊ JÎ RADESTÎ TIRKIYÊ BIKE’

Li gorî min PDK razî ye ku Kerkûkê jî radestî Tirkiye bike tenê ji bo peywendiyên wê li gel Tirkiye de qût nebin. PDK’ê name ji YNK’ê re şandiye û baweriya wî bi wê yekê heye ku wê bikare du îdareyî avake. Lê bi mercê ku dahatên li herêmên YNK’ê û PDK’ê bi awayek hevpar werin dabeşkirin. Lê YNK’ê vê yekê red kiriye.”

Îbrahîm Celal destnîşan kir ku şerê navxweyî dê malwêraniyê hem ji bo Bakur hem jî ji bo Başûr çêke û wiha axivî: “PDK’ê xwest bi vê peyamê PKK’ê ji rewşa heyî berpirsyar nîşan bide. Lê baş tê zanîn ku ev şer PDK li dijî PKK’ê dike. PDK vî şerî jî di cihê Tirkiye de li gel PKK’ê dike. Li gorî min lidarxistina vî şerî ji bo Mesûd Barzanî asayiye. Ji berku di 31’ê Tebaxê de jî rejima Baas anî Hewlêrê û kilîla parlamentoyê radestî wê kir. Vê carê jî pilana wê yekê daniye ku rêveberiyek du îdareyî ava ke û wan deverên di jêr destê wê de hene wek wîlayetek radestî Tirkiye bike û ew bi xwejî bibe serokê wê wîlayetê. Ev pilan jî ne tenê ji bo deverên sinorî ye. Musil jî digre nava xwe, ji berku di bingeh de Musil yek ji wîlayetên Osmaniyan bû. Bêguman ger ev êriş bi ser bikevin û welatên ewropî û erebî li dijî wê dernekevin, wê piştî du salên din ev planên dewleta Tirk bigihêjin encamê.”

‘BARZANÎ DI JIYANA XWE DE NEKARIYE BIBE XWEDÎ STRATEJIYEKE DIYAR’

Îbrahîm Celal got: “Mesûd Barzanî keseke ku nekariye di jiyana xwe de bibe xwedî stratejiyek diyarker. Tevahî jiyana xwe bi taktîkan derbas kiriye. Barzanî li aliyek diçe Mexmûrê spasiya gerîla dike, heman Barzanî niha jî dibêje PKK ev herêm dagir kirine û çima naçin welatê xwe. Ez dipirsim, ger Başûrê Kurdistanê ji bo PKK’ê heram e, çima deverên taybet ji bo hizba PDK’ê diyar dike?”

‘PÊŞMERGE NAXWAZE ŞER BIKE’

Îbrahîm Celal her wiha destnîşan kir ku PDK’ê daxwaz kiriye ku parlamento bicive û biryara şerê li dijî PKK’ê bide lê YNK’ê ev daxwaz red kiriye û wiha lê zêde kir: “Dixwazim were zanîn ku hêza pêşmerge neçûye van cihan. Bi neçarî hêza xwe ya taybet birine. Pêşmerge naxwaze tevli vî şerî bibe. Ne li Şengalê ne jî li Behdînan naxwaze şer bike. Hêzên PDK’ê ji van hemû deveran bi taybetî Şengalê bi îradeya xwe vekişan û ji bo PKK’ê hiştin.”

Her wiha endamê berê yê Meclisa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal di dawiya hepeyvîna xwe de diyar kir ku gelê Şengalê li dijî PDK’ê ye û got: “Gelê Şengalê napejirîne hêza ku niha li Şengalê hatiye avakirin were derxistin û di şûna wê de hêza PDK’ê bicih bibe. Ji berku dibêjin hem Hikûmeta Iraqê hem jî PDK’ê ew firotin DAIŞ’ê. Rastiya vê yekê jî heye, ji berku ev kar bi lihevkirinek gelek veşartî ya navbera PDK’ê û DAIŞ’ê pêk hat.”