'Daxuyaniyên dijminane yên PDK`ê li gorî berjewendiya dewleta Tirk in'

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo piştrast kir ku rageşiya ku PDK derdixe, ne ji berjewendiya nîştimanî ya Kurdî e, lê belê li gorî daxuyaniyên dijminane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ye û ewlehiya heyî binpê dike.

'Daxuyaniyên dijminane yên PDK`ê li gorî berjewendiya dewleta Tirk in'
8 mijdar, 2020   06:39
EYN ÎSA

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk û cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo ji ANHA`yê re têkildarî daxuyaniyên dawîn ên serokê Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî yên ku îhtimala rûdana şerekî birakujî çêkirin, axivî.

Sebrî Nebo got: “Daxuyaniyên dawîn ên PDK`ê, hewldanên nêzîkbûna Kurdî-Kurdî asteng dikin. Ev daxuyanî hemwextî daxuyaniyên dijminane yên Erdogan hatin dayîn. Erdogan gefa êrişkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwe.”

Nebo bi bîr xist ku partiyên Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (PYNK) di vê pêvajoyê de hewl didin aliyên Kurd nêzî hev bikin, lê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê hewl dide vegere nuqteya destpêkê ya ku di dan û standinên dawîn de hatibûn derbaskirin.

Nebo wiha domand: “Ev daxuyaniyî nakvein berjewendiya gelên herêmê, lê belê di vê pêvajoya hesas ku Rojilata Navîn û cîhan tê re derbas dibe, planên dewleta Tirk li herêmê pêk tînin û fîtneyê belav dikin.”

Sebrî Nebo banga yekitiya Kurdî, derbaskirina nakokiyan û nexapandina bi planên dewleta Tirk kir. Her wiha destnîşan kir ku divê ji bo berjewendiya gelên herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat bên kirin. Dewleta Tirk her roj, siyaseta qirkirin û pişaftinê li dijî gelê herêmê dide meşandin.

Sebrî Nebo di dawiya gotinên xwe de piştast kir ku çaranûsa gelê Kurd û gelên herêmê yek e. Ji lewra divê hemû alî li hemberî dijmin û kesên ku hewl didin destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibin, bisekinin.

(şx)

ANHA