ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2020`AN
8 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

Hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo daxwaza ENKS'ê ya rakirina sîstema hevserokatiyê bi hewldana "Dûrxistina jinan û lawazkirina edaleta civakî" bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sala 2020’an, ji aliyê debarê ve saleke herî dijwar di ser şêniyên li herêmên hikumeta Şamê re derbas bû. Tevî ku hikumetê gelek sozên başbûna rewşa jiyanê dabûn û yek jî pêk neanî. Lê berovajî wê bihayên madeyên bingehîn bilind kirin û azarên şêniyan zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên Efrînî daxwaza ENKS'ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî red kir û gotin ew ê perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bikin ji ber ku yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişloyê li ser kiryarên PDK`ê nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku divê PDK helwesteke kurdî ya netewî nîşan bide û gotin: "Daxwaza derxistina PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê ne helwesteke kurdî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Berpirsên rojavayî pêşbinî dikin ku hikumeta Şamê ji nişkê ve hilweşe, çavdêran gotin ku hêviya îxwanan a serkeftina Biden, binkeftî ye. Li aliyekî din Fransayê tedbîrên li dijî rêxistinên îslama siyasî zêde kirin.

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo hişyariya ji şerê birakujiyê kir û got ku wê xizmeta dijminên gelê Kurd bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo piştrast kir ku rageşiya ku PDK derdixe, ne ji berjewendiya niştîmanî ya Kurd e, li gorî daxuyaniyên dijminahî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ye û ewlehiya heyî jî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên herêma Cizîrê yên ku zeviyên nêzî sînor di metirsiyê de ne ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker wan bike hedef. Cotkaran bang li dewletên garantor kirin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya pêşdeçûna li nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a bajarê Helebê de, gelek beşên nû hatin vekirin û alavên nûjen hatin nexweşxaneyê. Bi wê re  rêveberiya nexweşxaneyê xebata li ser firehkirina pisporiyên tenduristî yên pêwîst kir, da ku xizmeta bi hezaran şêniyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker gundê wê dagir kir, di encamê de nikarî tedawiya xwe temam bike, her wiha di kampa Waşûkanî de tevî paşguhkirina rêxistinan rewşa wê dijwar e û dayika wê wiha dibêje: "Ez dixwazim wê li pêşiya xwe, mîna keçên dîtir, bibînim mezin dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA