Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin

Di çarçoveya pêşdeçûna li nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a bajarê Helebê de, gelek beşên nû hatin vekirin û alavên nûjen hatin nexweşxaneyê. Bi wê re  rêveberiya nexweşxaneyê xebata li ser firehkirina pisporiyên tenduristî yên pêwîst kir, da ku xizmeta bi hezaran şêniyan bike.

Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hatin vekirin
8 mijdar, 2020   06:53
HELEB

Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dide xebata xwe bi pêş bixe, her wiha tevahî derfetên xwe ji bo xizmetkirina bi hezaran şênî û piştevaniya tenduristî bi kar tîne. Lê nexweşxane ji nuqteyeke tundirsitî ya meydanî ya Heyva Sor a Kurdî vegerî nexweşxaneyeke mezin.

Rêveberiya nexweşxaneyê hewl dide xizmetên tenduristî û bijîşkî pêşkêşî nexweşan bike û alavên nûjen li nexweşxaneyê zêde bike û beşên nû zêde bike.

LI NEXWEŞXANEYÊ,  ALAVÊN TENDURISTÎ YÊN NÛJEN

Ji pêngavên destpêkê yên ku rêveberiyê pêk anîne, anîna alavên nû li nexweşxaneyê ye, jê amûra dîmena kemerê, amûra eko ya nûjen û kişandina dîmena damaran, her wiha zêdekirina hejmara kadroyên tendurisî ya ji tevahî pisporiyan.

Hejmara kadroyên tenduristî 86 e, ji bijîşk, pîrek, hemşîre û pîşesazan.

BEŞEKE NÛ YA ÎNKUBATORA ZAROKAN Û ZAROKÊN NÛ BÛNE

Rêveberiya nexweşxaneyê ji bo zarokên bi zerikê dikevin 4 înkubator û behrek anîn. Her wiha li ser temamkirina beşê ji kadroyên pispor dixebite.

Gelek nexweş ji derveyî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe didin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, her wiha li gorî rêveberên nexweşxaneyê di rojê de hejmara kesên berê xwe didin nexweşxaneyê digihîne zêdetirî 160’î.

Cudahiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ji tevahî nexweşxaneyên li Helebê yên dîtir tevahî keşfên beşa yek e û 500 lîreya Sûriyê ye. Her wiha tevahî keşfên astengdar bê pere ye, lê keşfên tevahî nexweşxane û klînîkên dîtir ên li Helebê zêdetirî 4 hezar lîreya Sûriyê ye.

DERFETA PÊKANÎNA TEVAHÎ EMELIYETÊN BIRÎNDARIYÊ HEYE

Êdî derfeta nexweşxaneyê ya pêkanîna emeliyetên bîrîndariyê yên cihêreng, piştî dabînkirina kadroyên pispor, heye, her wiha beşa baldariya tundtir jî hat vekirin.

Di her mehekê de hejmara ku nexweşxane emeliyetên birîndariyê çêdike, digihîne zêdetirî 80’î kesî, lê lêçûna tevahî emeliyetan bi hevrûkirina bi nexweşxaneyên dîtir re, çaryek e.

Nexweşxaneyê, beşa tehlîla laburatorî bi alavên nû zêde kir, da ku tehlîlên laburatorî yên pêwîst ên yekser bêyî derengmayîna di emeliyetê de pêk bînin. Lê tehlîlên li derve zêdetirî wê ye û digihîne 15 hezar lîreya Sûriyê.

 ‘HEDEFA ME XIZMETA ŞÊNIYAN E’

Endamê rêveber ê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Dr. Welat Mamo got gelek nexweşxane hene ku nakevin xizmeta şêniyan, lê belê tenê hedefa wan madî ye û wiha domand: "Di vê dema dawîn de gelek nexweşxaneyan bihayên xwe piştî bilindbûna nirxa dolar, zêde kirin."

Mamo destnîşan kir ku hedefa bingehîn ji van pêngavan piştevaniya aborî û ximzeta şêniyan e.

 ‘ASTENGÎ Û KÊMASIYÊN HEYÎ’

Der barê astengiyên li hemberî nexweşxaneyê de, Mamo wiha axivî: "Em hewl didin tevahî pêdiviyên nexweşxaneyê dabîn bikin, lê belê hê jî hin astengî li pêşberî me ne, mîna dabînkirina tûrên xwînê, ji ber tune ne û biha ne. Bi wê re jî em neçar dimînin ku emeliyetên bîrîndariyê ji nexweşên ku pirsgirêka wan a xwînê heye, çênekin."

Welat Mamo diyar kir ku erebeyên ambulancê jî tune ne, li nexweşxaneyê 2 erebe hene. Her wiha hin caran ji ber nexweşiyên giran û tunebûna alavên kişandina dîmena mejî hin nexweş diçin nexweşxaneyên dîtir.

Di dema êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser taxê yên 2015’an de, rola nexweşxaneyê di rizgarkirina sivîlan de mezin bû. Di wan êrişan de karkerê nexweşxaneyê yê bi navê Xalid Fecir şehîd bû û nexweşxane bi wî hat navkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7bVNWGqMBxw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>