​​​​​​​Malbatên girtiyên li Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatên girtiyên li Îmraliyê serî li dozgeriyê da
6 mijdar, 2020   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê da.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbû. Pêwendiya bi telefonê ya piştî 21 salan, cara yekemîn pêk hatibû.