​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rayedarên rojavayî pêşbîniya hilweşîneke ji nişka ve li Sûriyê dikin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa Sûriyê, hilbijartinên Amerîkayê û aloziya Lubnanê û Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rayedarên rojavayî pêşbîniya hilweşîneke ji nişka ve li Sûriyê dikin
6 mijdar, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PÊŞBÎNIYÊN HILWEŞÎNEKE JI NIŞKA VE LI SÛRIYÊ’

Girêdayî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Rayedarên rojavayî pêşbîn dikin ku li ser xetên şer ên di navbera her sê herêmên serweriyê yên li Sûriyê de, şer derkeve lê belê bêyî ku guhertinên bingehîn di sînorên wan herêman de çêbin. Her wiha ji ber kûrbûna aloziyên hundirîn û cezayên derve metirsiyên xwe li “hilweşandineke ji nişka ve” li herêmên serweriya hikumetê, nîşan dan.”

Rojnameyê wiha daxuyand: “Cara yekê ji 2011`an ve, tu guhertin di sînorên di navbera her sê herêmên Sûriyê de çênebûn, lê belê rayedarên rojavayî destnîşan kir ku “lîstıkvanên” derve û hundirîn dibe ku mijûlbûna Amerîkayê bi hibijartinan bi kar bînin û rewşeke nû li Idlibê yan rojhilatê Firatê derxin. Her wiha texmîn dikin ku dan û standina bi namzetê demokrat Biden re dê li gelek qadan û di nav de Sûriyê ji dan û standina bi Trump re zehmettir be.”

Rayedarekî biyanî destnîşan kir ku hemleya zexta mezin li ser Şamê û di nav de pêkanîna qanûna Qeyserê, tecrîda siyasî, paşguhkirina aborî, hebûna leşkerî ya Amerîkayê û êrişên asîmanî yên Îsraîlê, dê bihêle ku Şam tawîzên hundirîn ên siyasî û jeosiyasî bide. Lê belê metirsiyên aliyên Ewropayê hene ku tevî “zextên mezin” jî Şam tawîzan nede, berevajî wê yekê li herêmên serweriya hikumetê bêyî tawîz hilweşînên mezin pêk bên. Rayedarekî destnîşan kir ku rewşa tevliheviyê, bûyerên kuştinê li başûrê Sûriyê û aloziya aborî û jiyanî li Şamê, mînakên pêşçav ên wê yekê ne.

Serokê Sûriyê Beşdar El-Esed sedema aloziya aborî li welêt spart lêçûnên Lubnanê. El-Esed di gera li pêşangeheke bazirganiyê ya li Şamê de, diyar kir ku sedema sereke ya aloziyê danîna bi milyaran dolarên welatiyên Sûriyê di banken Lubnanê de ye û wiha got: “Aloziyê beriya qanûna Qeyser û piştî dorpêçê bi salan dest pê kir. Sedema wê yekê pereyên ku di bankên Lubnanê de ye.”

‘HEWLDANÊN NAVNETEWEYÎ JI BO TÊKBIRINA TEVGERÊN ERDOGAN LI LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Gelê Lîbyayê dipirse, gelo dê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biryara komîteya leşkerî ya Lîbyayê ya hevbeş a girêdayî derxistina hêzên biyanî û çeteyan di 3 mehan de, pêk bîne yan na?”

Nûnera navneteweyî ya li Lîbyayê Stephanie Williams piştrast kir ku komîteyê di civîna xwe ya Duşem û Sêşema borî li bajarê Xedamsê de, bernameyek diyar kiriye û tê de banga vekişîna çeteyan kiriye.

Çavdêr dibînin ku pêkanîna peymana Civênê ku hêvî da gelê Lîbyayê û rastî pêşwazîkeke herêmî û navneteweyî hat, êdî girêdayî biryareke cidî ya girêdayî derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji seranserê welêt e.

`HÊVIYA ÎXWANAN A SERKEFTINA BIDEN, BINKEFTÎ YE`

Têkildarî hilbijratinên Amerîkayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: Îxwan Muslimîn ji ber pêşketina Joe Biden di hilbijratinên serokatiya Amerîkayê de bi coş in. Mîna ku dixwazin tecrubeya serokê berê Barak Obama yê ku di dema wî de roleke balkêş bi rêya pêla Bihara Erebî lîst, vejînin. Lê çavdêr dibêjin ku Biden ne Obama ye û projeya bikaranîna Îxwanan bi Obama re bê veger çûye.”

Rojnameyê wiha domand: “Çapemeniya Îranê û çapemeniya alîgirê Tehranê bi awayekî balkêş encamên namzetê demokrat erênî nirxandin. Îran hêvî dike ku cihê ku gavên ku di dema Obama de bi dest xistine, vegerîne.

Îxwan Muslimîn dibînin ku bi hevalbendiya wan bi Biden re, dê peywirên şêwirmendiyê yên girîng bi dest bixin û hebûna xwe li balyozxaneya li wê derê xurt bikin, çavdêriyê ji ser çalakiyên wan ên propagnadeyê û diravî rakin, her wiha dê destkeftiyan ji koma xwe û şaxên wê yên li derveyî Amerîkayê re, bi dest bixin.

Armanca wan a sereke jî ew e ku  sereke ku zextê li Misirê bikin nexasim serokê wê Ebdulfetah El-Sîsî, tengaviyan li ser Hemasê bidawî bikin û alîkariyên ku ji wan re têne dayîn bi hêsanî bidest bixin.

 

Li gorî çavdêran, gelek zehemt e ku Îxwan û alîgirên wan nexasim Qeter hinek mafên taybet ên ku di dema Obama de bi dest xistibûn, careke din bi dest bixin û bandorê li dozên li Rojhilata Navîn mîna doza Lîbya, Filistîn û Sûdanê û heta gera aştiyê ya di navbera Îsraîlê û Kendava Ereban de bikin.

Heta niha Biden bi awayekî fermî behsa stratejiya xwe ya li Rojhilata Navîn nekiriye.”

`AVABÛNA HIKUMETA LUBNANÊ NE NÊZ E`

Li ser asta Lubnanê nivîskar Semîr Qistantîn di gotara xwe ya rojnameya El-Nehar de got: “Gel li benda hikumetê ye. Çapemenî xuya dike ku mijar hema bêje bi dawî bûye. Nakokî tenê li ser dayîna kursiyan hene. Hinek kes serokê erkdarkirî wekî ku rojava û rojhilat desteka wî dikin, nîşan didin. Li gorî min ez bawer im ku serok El-Herîrî bi xwe însiyatîf kir. Ev nayê wateya ku Fransa bertek nîşanî wî daye û dixwaze ku ew bin keve. Ev nayê wateya ku DYA`ê naxwaze hikumeteke Lubnanê ava bibe û karê xwe bike. Lê ez hikumetek li dijî însiyatîfa Fransayê nabînim. Her hikumetek li rêgezên însiyatîfê venegere, ji xwe tune ye. Heke biwelide jî wê mirî be. Zayîn ne nêz e.”

(cx-şx)