​​​​​​​Li Reqayê piştî çend salan ji paşdeçûnê, geşbûna hunera şanoyê

Hunera şanoyê ji destpêka hunerên ku bi şaristaniyê re derketiye, gelek neteweyên berê girîngî danê, dikeyên ji kevirên mezin ava kirin.

​​​​​​​Li Reqayê piştî çend salan ji paşdeçûnê, geşbûna hunera şanoyê
6 mijdar, 2020   07:37
REQA-HEMED MISTEFA

Bi keda hunermendê nemir Hemod Setam dikeya şanoyê li Reqayê di 1958’an de hat avakirin. Li ser dikeyê gelek şano ji berhemên nivîskarên Reqayê hatin pêşandan, di serî de jî nivîskar Abduselam Ucêlî. Piştre jî kluba hunerê hat avakirin û tê de gelek hunermendên şanogeriyê amade bûn. Her wiha di destpêka salên 70’î de geşbûna rastîn a şanoyê li Reqayê çêbû. Dûvre gelek komên şanogerî li Reqayê hatin avakirin, jê jî komên Yekitiya Karker û Yekitiya Pîşesazan, her wiha koma Navneda Reqa ya Çandê ya bi navê koma Behreyên Şanoyê.

Bi destpêka salên 80’î, tevgera şanoyê li Reqayê bi derketina hin hunermenên mîna Abdurezaq Ebû Heyv, Mihemed Şêx û Telal Şahîn gelekî bi pêş ket. Lê belê di wê demê de ya herî balkêş, di şanoyê de jin tune bû. Ew jî bi sedema kevneşopiyên eşîrtî yên li Reqayê di wê de serwer bûn. Bi wê re jî hin hunmermendan rola jinan di gelek şanoyan de lîst. Jê jî şanoya Mehazil Mehakim Mehdawî, Temoz Inqîlaq li ser Melêk Farûq. Her wiha di şanoyê de hunermendên mîna Mehmûd Îbrahîm Xidir, Abdulxefûr Ucêlî, Taha Nasir û Hemod Setaf beşdar bûn.

Ev rewş heta 2004’an dom kir. Piştre bi kedên hunermendên Reqayê mîhrîcana yekemîn ya şanoyê Reqayê li dar ket û 4 salan li pey hev berdewam kir. Di mîhrîcanê de şandeyên ji gelek dewletan amade bûn. Bi wê re hunera şanoya Reqayê bi pêş ket. Lê belê bi rawestandina mîhrîcanê ya 2008’an re, tevgera şanoyê ya li Reqayê heta destpêka aloziya Sûriyê bi paş ket.

Piştî destpêka aloziya Sûriyê, Reqayê her dîmenekî hunerê yan jî şanoyê ji dest da. Ji ber ku komên çekdar Reqa kontrolê kir û piştre jî çeteyên DAIŞ’ê serwerî li bajêr kir û di 2017’an de hat rizgarkirin.

Piştî vegera hêdî ya jiyanê li bajêr, para çand û hunerê ya berbiçav hebû, bi taybet jî şano. Her wiha bi avakirina Navenda Çand û Hunerê ya ji hêla Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê komên şanoyê hatin avakirin. Ew kom beşdarî gelek şanoyên li hundirî Reqayê û mîhrîcanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn.

Xebata yekemîn a ku koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê pêşkêş kiriye, şanoya bi navê Şengalê bû. Ew şano jî li ser sûcên li dijî gundên Şengalê yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên di 2014’an pêk hatine de, ye.

Koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li ser amadekirina gelek şanoyan dixebite, da ku mîhrîcanekê li dar bixe, jê jî şanoya bi nave"kulîla sor layiqî general tê" û "geliyê mirinê"

Hunermedê şanoger û gerînendeyê Nivîsgeha Şanoyê ya Navneda çand û Hunerê Îbrahîm Xidir li ser rewşa şanoyê ya berê û niha axivî û wiha got: "Destpêka tevgera şanoyê li Reqayê di salên 50’î de bû, lê tevî kêmderfetiyan û alavan tevger hêsan bû. Hunera şanoyê bi komek ji ciwanên Reqayê çalak bû û ew bûn piştevanê kişandina behremendan ber bi hunerê ve."

Li ser rewşa niha ya tevgera şanoyê, bi taybet piştî rizgarkirina Reqayê, Xidir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji dema avakirina Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ve, me dewreyên perwerdê ji zarokan re  vekirin û perwerdeyên ji bo geşkirina behreyan jî vekirin. Derî li pêş her hunermendekî/ê şanoyê, nivîskar û derhuneran re hat vekirin. Da ku jinûve rihê jiyana şanoyê li ser şêniyên Reqayê bi rêya rêxistinkirina pêşandanên şano û mîhrîcanan, vegere."

(fr)

ANHA