PYNK`ê ji bo tevahiya Kurdistanê daxwaza pêkanîna aştiyê kir

PYNK`ê piştrast kir ku ew hewldanên valakirina çiyayên Kurdistanê ji şervanên Kurd red dikin. Her wiha banga pêkanîna aştiyê kir û xwest di vê dema dîrokî de derfetên heyî ji bo berjewendiyên doza Kurd rast bi kar bînin.

PYNK`ê ji bo tevahiya Kurdistanê daxwaza pêkanîna aştiyê kir
6 mijdar, 2020   10:09
KOBANÊ

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) li gel bilindbûna dengên kurdistaniyan ji bo rêgirtina li pêşiya rageşiyê û pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê yên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, daxuyaniyek li Qada Jina Azad a li Kobanê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe li çiyayê Garê ku Hêzên Parastina Gel (HPG) lê ne, bi cih dike.

Daxuyaniya PYNK`ê ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) Gêlo Îsa û bi tevlêbûna endam û rêvebiriyên PYNK`ê yên li Kobanê ve hat xwendin.

PYNK`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di demên dawîn de nîşaneyên rûdana şerekî birakujiyê di navbera aliyên kurdistanî de diyar bûne. Ev yek hewldanên çareserkirina doza Kurd lawaz dike. Di dirêjahiya dîrokê de li dijî gelê Kurd qirkirinên bi zanabûn hatine kirin. Her tim jî çiyayên Kurdistanê ji bo partiyên siyasî û leşkerî bûne stargeh û cihê ewle.

PYNK`ê da zanîn ku careke din li dijî gelê Kurd planên dijber têne sazkirin û lê kêleka wê jî lihevkirinên veşartî ji bo valakirina çiyayên Kurdistanê ji şervanên Kurd tên çêkirin.

Partiyên Kurd bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku destkeftiyên dîrokî yên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêzin û ji fikrê partiyetî yê teng dûr bikevin.

Gelê Kurd herî zêde di vê demê de pêwîst dibîne ku yekitiya Kurdan ava bibe û parastina rewa li dijî pîlanên derve were ragihandin. Êdî dem hatiye ku pirsgirêkên Kurdistanê bi rêbazên aştiyane û diyalogan werin çareserkirin. Her wiha partiyan di daxuyaniyê de piştrast kir ku yekitî li hemberî planên derve pêwîstiyeke lezgîn e. Niha ya herî girîng jî bêyî dûrxistina tu aliyên siyasî, lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanê ye.

PYNK`ê di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna aştiyê kir û got: “Bila sedsala 21`an bibe sedsala bidestxistina destekftiyan û serkeftinan ji bo gelê Kurd.”

(şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4-48wp21Mn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>