DYA dê îro cezayan li siyasetmedarekî lubnanî yê navdar bibire

Rojnameya Wall Street Journal diyar kir ku tê texmînkirin ku rêveberiya DYA’yê ji bo qelskirina serweriya Hizbullahê îro cezayan li siyasetmedarê mesîhî yê Lubnanê û parlementer Cibran Basîl bibire.  

DYA dê îro cezayan li siyasetmedarekî lubnanî yê navdar bibire
6 mijdar, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsyarekî ji DYA’yê  û kesekî din ji rojnameyê re ragihand ku DYA amadekariya cezakirina wezîrê karên derve yê berê Cibran Basîl dike ku alîkariyê dide hevalbendê xwe yê sereke Hizbullahê.

Tê payîn ku ev gav hewldana avakirina himumeteke nû li Lubnanê biguherîne.

Koşka Spî dest bi lezkirina cezayên sereke ku dijberiya DYA’yê li Rojhilata Navîn hedef digire, kir.