'Rakirina pergala hevserokatiyê li dijî nirxên têkoşînê ye'

Endamên rêveber ên bajarên Reqa û Dêrazorê gotin, rakirina pergala hevserokatiyê şerê li dijî îdeolojî û nirxên têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha destnîşan kirin ku ew ti projeyên ku herêm û sîstemên wan dike hedef bi carekê nayên qebûlkirin.

'Rakirina pergala hevserokatiyê li dijî nirxên têkoşînê ye'
6 mijdar, 2020   06:53
REQA- RUBA EL-ELÎ

Di vê qonaxa ku hewldanên yekkirina pêkhateyan û hevgirtina neteweyî hewce dike de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê doza rakirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî û têgeha hevserokatiyê dike.

'HEVSEROKATÎ CEWHERA JIYANA CIVAKÎ YE'

Têkildarî wê endama Weqfa Jinên Azad a di Rêveberiya Jinan de Meysûn Mihemed da zanîn ku hevserokatî cewhera jiyana civakî ye û bi serkeftinên jinan hate bi dest xistin.

Meysûn Mihemed destnîşan kir ku rakirina pergala hevserokatiyê şerê li dijî îdeolojî û nirxên têkoşîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bi destxistine ye û wiha got: "Ev sîstem ne tenê ji bo kurdan e, lê belê pêketiyên Ermen, Çerkez û Ereb jî tevlî bûn da ku li ser pêkanîna nirxê jiyana hevbeş bixebitin."

Meysûn Mihemed daxwazên ENKS'ê red kir û got:" Me destûr nedaye û em nadin ku ev sîstem were rakirin, ji ber rêya me rêya şehîdan ne."

Endama Meclisa Sivîl a Reqayê Nadiya El-Casim diyar kir ku ENKS'ê ji pergala hevserokatiyê ditirse ku li serekftinên wê li asta herêmên Rojhilata Navîn derketin, ji ber wê daxwaza rakirina wê dike.

Di dawiya axaftina xwe de Nadiya banga hevgirtinê li hember sûc û planên dagirkirinê li hemû pêkhateyan kir.

'EM PROJEYÊN KU SÎSTEMA ME HEDEF DIGIRE, QEBÛL NAKIN'

Endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Hiyam Ehmed destnîşan kir ku ev herêm bûye mînak li seranserî cîhanê, her wiha ku mezhebên cihêreng li ser vê erdnîgariyê dijîn û her yek ji wan nasnameya xwe bicîh tîne.

Hiyam wiha got: " Dagirkerî û Encûmana Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê dixwazin hevgirêdana pêkhateyan ji hev bixe. Rakirina pergala hevserokatiyê delîlê hewaldanên wan . Ji ber vê yekê jî em projeyên ku herêm û sîstemên me hedef digirin, qebûl nakin."

)dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B9YzKSGv8JQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>