Di şerê li Idlibê de kuştî û birîndar hene

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî herêmên cuda li Idlibê de 7 kes hatin kuştin.

Di şerê li Idlibê de kuştî û birîndar hene
4 mijdar, 2020   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR'ê hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 120 moşekan herêmên cuda li Idlibê topbaran kirin, di encama topbaranê de 7 kes hatin kuştin, ji nav wan 4 zarok bûn û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê asta topbarana xwe li dijî Erîha û Keferneya û herêmên ji Ehsim, Merayan, Nehliya, Bilşon, Dêr Sinbil û El-Fetîra li gundewarên başûrê Idlibê zêde kir.

SOHR'ê diyar kir ku vê sibehê di encama topbarana dijwar a hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarê Erîha li başûrê Idlibê de 4 sivîl hatin kuştin ku yek ji wan zarok e.

Di heman demê de, hêzên hikumetê herêmên El-Fetîra li başûrê Idlibê, Kefreye, Fûa û derdora Mierêt Misrîn rojhilatê Idlibê û bajarê Idlibê û derdora wê topbaran kir. Der barê windahiyan de tu agahî nehatin bidestxistin.

(dm)