Dewleta Tirk li Til Temirê malbatek revand

Çavkaniyekî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatek ji 3 kesan li rojavayê navçeya Til Temirê revand.

Dewleta Tirk li Til Temirê malbatek revand
4 mijdar, 2020   10:14
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li herêmên di bin dagirkeriyê wan de sûcên şer li dijî sivîlan pêk tînin.

Çavkaniyan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan malbatek ji 3 kesan ji gundê Lîlan ê rojavayê navçeya Til Temirê li nêzî rêya M4 revand.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên dewleta Tirk serê sibehê bi ser gund de girt û malbata ku ji mêr, jin û zarokekî pêk dihat, revand û ber bi cihek nediyar ve bir.

(dm)

ANHA