Hilbijartinên DYA’yê… Trump û Biden behsa serkeftinê dikin

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên DYA’yê, Biden ragihand ku ew di rêya serkeftinê de ye, lê Trump jî behsa serkeftineke mezin kir.

Hilbijartinên DYA’yê… Trump û Biden behsa serkeftinê dikin
4 mijdar, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî dengdayîn bi dawî bûn û dest bi hejmartina dengan hate kirin, heta şevê din namzetê Demokratan Joe Biden bi ferqeke mezin li pêş bû. Lê bi demê re ev ferq kêm bû. Serkeftina Trump di wîlayeta Florida de, ji bo çavdêran û analîzvanan suprîzek bû.

Li gorî ajansa Associated Press, Biden heta niha 238 dengên nûneran bi dest xistine, Trump jî 213 deng bi dest xistine.

Li gorî dezgehên çapemeniyê wîlayetên Wisconsin, Michigan û Pennsylvania niha encamên dengdayînê eşkere nakin. Tê payîn ku dibe heta demeke dereng encam werin eşkerekirin.

Trump ji Koşka Spî daxuyaniyek da û ragihand ku tîma wî amadekariya serkeftinê dike.

Namzetê Demokratan Joe Biden jî ji wîlayeta Delaware bang li alîgirên xwe kir û got li bendê bin heta encam derdikevin û piştrast kir ku hindik maye ew bi ser bikeve.