Sererastkirina pira Keşkeş a li Şedadê di qonaxa dawiyê de ye

Ji nava projeyên çaryeka sêyan ên 2020’an ên Şaredariya Şedadê û Mergede, sererastkirina pira li gundê Keşkeş Cebor a bi dirêjahiya 23 metir û kêmberiya 17 metreyan bi dawî dibe.

Sererastkirina pira Keşkeş a li Şedadê di qonaxa dawiyê de ye
Sererastkirina pira Keşkeş a li Şedadê di qonaxa dawiyê de ye
Sererastkirina pira Keşkeş a li Şedadê di qonaxa dawiyê de ye
4 mijdar, 2020   07:37
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Şaredariya Gel a Mergede bi hevkariya Şaredariya Gel a Şedadê re di qonaxa dawî ya sererastkirina pira Keşkeş Cebor de ye. Pira Keşkeş Cebor Hesekê û Dêrazorê bi hev ve girê dide. Lê ev pir di dema serweriya DAIŞ’ê ya 2016’an li herêmê de hat wêrankirin.

Mutehîdê sivîl Elî Hisên ê ku xebata sererastkirina pirê ji Şaredariya Gel a Mergedeyê radestbiriye wiha got: "Xebata li ser pirê berdewam e, dema xebatê jî 25 roj in. Dirêjahiya pirê jî 23 metre û kêmberiya wê jî 17 metre ye. Tê de 9 kunên sereke yên herikîna ava baranê û lehiyan heye."

Hisên wiha domand: "Xebata li ser pirê bi awayekî baş derbas bû. Lê qutbûna çîmento li sûkên herêmê, her wiha qutbûna hesin bandoreke mezin li xebatê kir. Lê çîmento li sûka reş bi bihaya zêdetirî 18 hezaran ji her tûrekî re heye. Lê Desteya Şaredariyan bihaya her tûrekî 9 hezar diyar kiribû. Ji lew re xebata li ser pirê bi dema hefteyekê rawestî. Lê piştî tişt nehat dabînkirin, em neçar man li gorî bihaya sûka reş bixebitin. Da ku li gorî dema hevpeymana bi şaredariya Mergede re tevbigerin."

Hisên destnîşan kir ku ev pireke stratejîk e, ji ber Hesekê û Dêrazorê digihîne hev û dikeve xizmeta alavên sivîl û leşkerî û xizmeta zêdetirî 300 gundî dike.

Li aliyekî din jî Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed Salih wiha got: "Projeya çaryeka sêyan a îsal, çêkirina embaran e.  Her wiha embarên gundê Milîhan ê bajarokê Til Şayir ên li ser rêya Şedad û Deşîşa hatin bidawîkirin. Niha jî pira Keşkeş Cebor ber bi dawiyê ve diçe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cVrNTCO-ueY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>