‘Her kes neçare xwe û derdora xwe biparêze’

Şêniyên kantona Qamişlo destnîşan kir ku her ferdek neçare xwe û derdora xwe biparêze, divê şênî li gorî tedbîrên xweparastinê yên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê tevbigere.

‘Her kes neçare xwe û derdora xwe biparêze’
4 mijdar, 2020   07:18
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Şêniyên Qamişlo da zanîn ku pêwîst e şênî li gorî tedbîrên xweparastinê û biryarên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên der barê vîrusa Koronayê de tevbigere. Her wiha şêniyan piştrast kir ku pêwîstî bi ferzkirina qedexeya derketina derve ya giştî heye, ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusê zêde bûn.

Di 3 mehên borî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê diketin, sapît bû û hejmara rojane ya pêketiyan 20 nexweş derbas nedikir. Lê belê bi destpêka Cotmehê re hejmara kesên rojane bi vîrusa Koronayê diketin, hin caran digihaşt zêdetirî 300 kesî û li rex wê jî hejmara miriyan jî zêde dibû.

Bi wê re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27’ê Cotmehê de biryara bi jimareya/173/ ya qedexeya derketina derve ya beşî, da. Biryara rêveberiyê ji 30’yê Cotmehê heta 8’ê Mijdarê dikeve pratîkê.

Şêniyê bi navê Welîd Etorî der barê biryara Rêveberiya Xweser ya qedexeya derketina derve ya beşî de wiha got: "Ev biryar baş e da ku parastina şêniyan bê kirin. Lê heke hejmara kesên bi vîrusê ketin û mirî zêde bûn, divê qedexeya derketina derve ya giştî ferz bibe."

Etorî da zanîn ku divê şênî li gorî tedbîrên xweparastinê tevbigere, ji şûştina destan, bikaranîna dezenfekteyan, lixwekirina mask û pêkanîna rêgeza dûrketina civakî li cihên giştî, mîna xwaringeh, mizgeft û parkan.

Li aliyekî din jî Hemad Nayif Nehîr ji şêniyê herêma Til Koçer e ku ji bo tedawiyê li bajêr e, eşkere kir ku biryara qedexeya derketina derve ya beşî, dikeve xizmeta şêniyan da ku tenduristiya xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin û wiha domand: "Em tedbîrên xweparastinê yên dûrketinê ji kombûn, girîngiya paqijkirina giştî û şexsî pêk tînin. Divê tevahî li gorî vê yekê tev bigerin. Da ku parastina xwe û derdora xwe bikin."

Şêniyê bi navê Abdulkerîm Hisên bi lêv kir ku biryara qedexeya derketina derve ya beşî di cih de ye û wiha bi dawî kir: "Ne pêkan e dikan bi giştî werin girtin û qedexeya derketina derve ya giştî bê ferzkirin. Ji ber hin şênî debara jiyana xwe ya rojane pêk tînin. Bi wê re jî niha her ferdek neçare xwe û derdora xwe biparêze."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zo_7c8QucKk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>