Xaçîk; yek ji kevintirîn berberê Qamişlo ye

Xaçîk Xeçedûryan yek ji berberên herî kevin ê bajarê Qamişlo ye. Bi xêzên li ser rûyên wî û germahiya hezkirina wî ji karê berberiyê re, ev 55 sal in berberiyê dike.

Xaçîk; yek ji kevintirîn berberê Qamişlo ye
4 mijdar, 2020   07:07
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Berber Xaçîk Xeçedûryan ji pêkhateya Ermen e, û yek ji kevintirîn berberê bajarê Qamişlo ye, di sala 1954’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Xeçedûryan ev 55 sal in pîşeya berberiyê dike. Di zaroktiya xwe de ji neçarî berê xwe da berberxaneyekê da ku li wir kar bike û fêrî berberiyê bibe.

Ji ber xizaniya malbatê Xeçedûryan ji refa yekê de ji dibistan terikand. Xeçedûryan beriya karê berberiyê bike gelek kar kirine, lê tenê di pîşeya berberiyê de bi ser ket û heta niha ku gihaştiye 66 saliya xwe, hîna jî wî karî dike û pê debara mala xwe dike.

Xeçedûryan li gel berberekî deh salan kar kiriye û ji wî fêrî berberiyê bûye. Piştre çûye cem hosteyekî din û li gel wî jî 30 salî kar kiriye.

Piştî 40 salan li cem hosteyan kar kir û ji ber ku ew hosteyê dawîn xwest ku berberxaneya xwe bifroşe. Xeçedûryan rûxmî tunebûnê jî neçerî cihêbûnê bû û ew ji beriya 15 salan ve bi tena serê xwe li berberxaneya xwe ye li taxa El-Wista ya bajarê Qamişlo dixebite.

Xaçîk Xeçedûryan da zanîn ku hemû mişteriyên wî bi temenê xwe mezin in û got: "Xort nayên gel min da ku porê xwe bibirin." Ji ber ku Xeçedûryan li ser berberiya kevnar diçe. Modêrn li gel wî tune ye.

`BUHAYÊN QUSANDINA POR LI GEL MIN NE DIYARKIRÎ YE`

Li ser buhayên qusandina por li gel berber Xeçedûryan wiha got: "Ez buhayan kifş nakim û nadaliqînim, tiştê ku ji dest wan bê didin min, ji ber ku xizan hene, yên bi hacet hene. Her wiha diçim malên nexweşan jî aa ku ez por û rihên wan biqusînim."

Berberê Ermen wiha domand: "Dema mirovek xizaniyê nebîne nizane bê xizanî çi ye, divê tirsa ji Xweda di dilê her kesî de hebe."

BÊHNA MIN BI BERBERIYÊ DERTÊ

Xeçedûryan diyar kir ku ew ji karê xwe hez dike. Li ser pirsa ku berberxane jê re weke çi ye?, roja ku kar neke çi hestê wî ye? wiha got: "Ger kar jî tune be ez nikarim serdana dikana xwe nekim, bêhna min bi karê min dertê, bi silava hevalên xwe ez dibêm qey dinya ya min e."

`JI ROJA ROJ DE, EZ BI BIRATIYA GELAN DAN Û STANDINÊ DIKIM`

Her wiha got: "Zibûnê min ji hemû pêkhateyên bajarê Qamişlo ne, ji roja roj de ez cudahiyê naxim navbera pêkhateyan de, bi biratiya gelan ez dan û standinê dikim bi derdora xwe re."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WXC0Ue9DWMc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>