ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 11-2020`AN
4 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Mihemed Wehîd Cebir (Serbaz Şamî) yê li Eyn Îsayê şehîd bû û Sîrac Îsa yê di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd gotin, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya hewldanên dewleta Tirk ên gurkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn û rêgirtina li ber çareseriyan de tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî komkujiyên li dijî êzidiyan pêk hatin, êzidî dest bi xwerêxistinkirinê li ser astên siyasî, leşkerî, civakî û rêveberî kirin. Ev yek jî ne daxwaza Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye ya ku bûbû sedema wan komkujiyan. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku Rûsyayê îşareta operasyoneke sînordar a Idlibê daye û dewleta Tirk jê tirsiyaye ku nuqteyên wê yên li herêmê bên dorpêçkirin û got “Dibe ku Rûsyayê ji Tirkiyê re gotibe ku êdî garantoriyê nadiyê, lewma ji nuqteyên çavdêriyê vedikişe.” (BI WÊNE).

- Siyasetmedarê Kurd Ehmed Xelîl li ser israra PDK’ê ya xwedaxistina bi dewleta Tirk re hişyarî da û got: "Dê bi xwe re karesatan ji gelê Kurd re bîne.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd der barê rojevê de nêrînên xwe derbirîn û diyar kir ku divê cîhan der barê tundrewiyê de nêrînên xwe ji nû ve dabîn bike.

JIN

- Bi hedefa rêxistina jin û zanakirina wê ji aliyên siyasî û civakî ve û têkilîtêdayîna wê bi tevahî jin û koçberan re, Meclisa Jinan a Sûriyê ya li Reqayê rêzepanelên zanakirinê yên li ser girîngiya avakirina rêgezên gihandina jinan a astên pêşketin û pêşdeçûnê li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kurdên Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyên Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ku tevgera rizgariya Kurdistanê tawanbar dike, şermezar kirin û gotin, ev daxuyanî rayedarên Tirk razî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xaçîk Xeçedûryan yek ji berberên herî kevin ê bajarê Qamişlo ye. Bi xêzên li ser rûyên wî û germahiya hezkirina wî ji karê berberiyê re, ev 55 sal in berberiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji nava projeyên çaryeka sêyan ên 2020’an ên Şaredariya Şedadê û Mergede, sererastkirina pira li gundê Keşkeş Cebor a bi dirêjahiya 23 metir û kêmberiya 17 metreyan bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo destnîşan kir ku her ferdek neçare xwe û derdora xwe biparêze, divê şênî li gorî tedbîrên xweparastinê yên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê tevbigere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA