​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên pêşketinê ji jinên Reqayê re li dar xistin

Bi hedefa rêxistina jin û zanakirina wê ji aliyên siyasî û civakî ve û têkilîdayîna wê bi tevahî jin û koçberan re, Meclisa Jinan a Sûriyê ya li Reqayê rêzepanelên zanakirinê yên li ser girîngiya avakirina rêgezên gihandina jinan a astên pêşketin û pêşdeçûnê li dar xistin.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên pêşketinê ji jinên Reqayê re li dar xistin
​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên pêşketinê ji jinên Reqayê re li dar xistin
​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên pêşketinê ji jinên Reqayê re li dar xistin
​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên pêşketinê ji jinên Reqayê re li dar xistin
4 mijdar, 2020   05:56
REQA-RUBA ELÎ

Meclisê di destpêka Adara borî de li navenda xwe ya li naverasta bajêr panela yekemîn li dar xist, piştre li taxên Reqa, gundewar û kampan panel li dar xistin.

Hejmara panelan heta roja îro 25 in. Tê de zêdetirî 350 jin beşdar bûn. Beşdarvan jinên eşîran û jinên koçber ên ji bajarên Idlib û Girê Spî bûn.

Di panelan de li ser tundiya li dijî jinan û sînordarkirina wê, zewaca bi temenê biçûk, nakokî û bandorên Qanûna Qeyser li ser jinan, rola jinan di avakirina aştî û biryara 1325’an de, koçberî û penabertiya bizorê, hat axaftin.

Di vî warî de, endama rêveber a Nivîsgeha Rêxistina Jinan a Reqayê Şems Sîno got gelek panel ji çînên cihêreng ên jinan re hatine lidarxistin, çi jinên di rêveberiyê de dixebitin an jî derveyî wê de dibin. Hedefa wan panelan jî ku rola mezin a jinan di avakirina saziyên ku fikra xwe dispêre piştevaniya rizgarkirina jinên zirar ji şer dîtine de hebe. Vê fikirê jî bi awayekî mezin piştevaniya guhartina aliyên zihnî û derûnî kir.

Şems Sîno da zanîn ku panel piştevaniyeke mezin di avakirina bingeha civaka Sûriyê ya nû de pêk tîne, ji lew re divê kedên mezin bên dayîn ku jinan bi pêş bixin.

Der barê astengiyên berê yên li hember jinan de, Şems Sîno wiha got: "Tiştê ku nehiştiye kar û xebata jinê di civakê de bi pêş bikeve, fikra mêrdestiyê ya di civakê de û pirbûna cureyên qeydan e. Lê belê îro û piştî derbasbûna 3 salan li ser rizgarkirina herêmê re, jinan karî xwe bisepanda."

 ‘PÊDIVIYA JINÊN LI KAMPAN BI PANELAN HEYE

Der heqê girîngiya lidarxistina panelan li kampan de, Şems Sîno wiha pê de çû: "Me dît ku pêwîstî bi lidarxistina panelan li kampan heye, ji ber jinên koçber di aloziyê de bûn qurbanî. Ji lew re em dixebitin ku asta zanakirin û derûniya wan bilind bikin."

Têkildarî planên pêş, dê Meclisa Jinan a Sûriyê serdanên xwe yên ji jinên li kampan re zêde bike, piştevaniya jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li derveyî Sûriyê bike, dê civînên jinan ên giştî yên der barê qanûnên destûrê de û rewşa jinan li nava destûran û rola wê di dayîna biryaran de li dar bixe.

)fr(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aiCtXaXQCas" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>