​​​​​​​Çavkaniyan ji ANHA'yê re: Başaga dê sibe biçe Qahîra

Çavkaniyên lîbyayî ji ANHA'yê re eşkere kirin ku Wezîrê Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga dê sibê biçe Qahîrayê, pêkanîna encamên civînên komîteyên 5 +5, bi taybetî derxistina çeteyan û gelek mijarên din gotûbêj bike.

​​​​​​​Çavkaniyan ji ANHA'yê re: Başaga dê sibe biçe Qahîra
3 mijdar, 2020   15:30
QAHÎRA –EMANÎ EZAM

Çavkaniyên lîbyayî ji ANHA'yê re eşkere kirin ku Wezîrê Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga dê sibê biçe Qahîrayê û bi berpirsên Misirê yên têkildarî dosyaya Lîbyayê re hevdîtinekê pêk bîne.

Çavkaniyan denîşan kirin ku lihevkirinek di nava komîteya 5+5 û Neteweyên Yekbûyî de heye ku şêwirmend Aqîla Salih ji bo serokatiya Meclisa Serokatî li şûna Serac were erkedarkirin û Fethî Başaga ji bo serokatiya hikumetê were erkedarkirin.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin, tê payîn ku mijara derxistina çeteyên Tirk ji Lîbyayê dê rojeva diyaloga navbera berpirsên Misirê û Fethî Başaga be.