Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tirsandina şêniyan rêbazeke din bi kar tîne, derdora 100 kûçikên har berdan gundên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo.

Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê
Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê
Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê
Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê
Dewleta Tirk kûçikên har berdan gundên Amûdê
3 mijdar, 2020   16:08
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker a dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji bo tirsê bixe nav şêniyan serî li hemû rê û rêbazan dide. Vê carê jî zêdeyî 100 kûçikên har di deriyê sînor de berdan gundên navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê.

Şêniyan diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk kûçikan derbasî herêmê dike, beriya wê jî carekê kûçik derbas kirin û her tim guleyan bêserûber li gund direşînin.

Şêniyê bi navê Xidir Elî Mûsa yê ji gundê Xerzê diyar kir ku wî, duh bi şev dît çawa leşkerên Tirk deriyê sînor vekir û 100 kûçik berdan gund û wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e, beriya niha jî ev tişt kir, ev kûçik gelekî har in, êrişî me dikin, êrişî zarokan dikin û wan ditirsînin, heya niha me ji wan 10 kuştine."

Xwendekarê bi navê Mihemed Elî Şêx got: "Kûçikên ku Tirkiyê berdane, êrişî me dikin, ev kûçik gelekî har in, em pir ji wan ditirsin, ji tirsa wan em newêrin biçin dibistanê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jLiZmxLoShM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>